Belge û çekên di çalakiya Deriyê Berojê de ketin destê gerîla

Li Şirnexê, di çalakiya 16'ê Tebaxê ya hêzên gerîla de 6 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. HPG'ê beşek ji çek, cebilxane û belgeyên di vê çalakiyê de ji ser leşkeran rakirin, bi raya giştî re par ve kir.

Dewleta Tirk, her çiqas ji bo gerîla her gavê dibêje 'me qedand, em ê biqedînin' jî, rastiya li ser rûyê erdê gelekî cuda ye. Dîmenên çalakiyan ên bi kameraya gerîla tên kişandin û malzemeyên leşkerî yên ji aliyê gerîla ve hatine desteserkirin, ji bo nîşandana vê rastiyê têrê dikin. Yek ji van mînakan jî, çalakiya 16'ê Tebaxê ya li herêma Besta ya Şirnexê ye, ku li du girên li mintiqeya Deriyê Berojê hate kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, roja 17'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û detayên vê çalakiyê eşkere kiribû. Gerîla TV jî dîmenên vê çalakiyê, ku ji çar aliyan ve kişandibû, weşandibû. HPG niha jî çek, cebilxane, malzemeyên leşkerî û belgeyên di vê çalakiyê de ji ser leşkeran rakirin, bi ANF'ê re par ve kir.

ÇEKÊN JI ALIYÊ NATO Û ASELSANÊ VE HATINE ÇÊKIRIN

Lîsteya van çekên hatine rakirin, ku piraniya wan ji aliyê NATO û Aselsanê ve hatine çêkirin, wiha ye: Çekek sekvaniyê ya bi tîpa Bora tevî dûrbîn û şarjorên wê, Çekek BKC tevî gelek fîşekên wê, Roketavêjek RPG-7, Çekek HK-33, dûrbînek termal, narincokek, êlekekî ji pola.

2 çekên HK-33 û malzemeyên jiyanî yên leşkerî li qada çalakiyê hatin îhmakirin.

BELGEYÊN SERDESTEYÊ PISPOR

HPG'ê tevî malzemeyên leşkerî, her wiha wêne, dîmen, agahiyên nasnameyê û hin belgeyên leşkerî yên ji ser leşkeran hatin rakirin, par ve kir. Beşek ji van belgeyan ê Serdesteyê Pispor (Onbaşi) Îsmaîl Kurşat Koçer e, ku ji navçeya Araban a Dîlokê ye. Nayê zanîn bê Koçer dijî ya najî.

LÎSTEYA OPERASYONÊ

Di nava belgeyan de, lîsteya leşkerên tevlî operasyonê bûne hene. Temamiya van leşkerên di lîsteyê de cih digirin, ji leşkerên pispor pêk tê. Di belgeyê de ku bi navê "Lîsteya Personelên Operasyonê ya Ş. Piyade Kûrmay Albay Gokhan Peker-01 a Fermandariya Tabûra Komando ya Jendermeyan a duyemîn 22/06/2917" hatiye amadekirin, navê leşkerên derketina operasyonê hatiye nivîsandin. Di lîsteyeke din de jî navê leşkerên pispor ên di şerê li Kurdistanê hatine bikaranîn cih digire.

PEYAMA AMADEKARIYÊ

Belgeyeke din jî peyama amadekariya operasyonê ye ku ji bo leşkeran hatiye dayin. Di peyamê de ku bi rêya telefonê ji leşkeran re hatiye şandin, ferman tê dayin ku amadekariya operasyonê bikin. Her wiha saeta liv û tevgerê tê diyarkirin.

MAEŞÊ JI 6 HEZAR LÎREYÎ

Di belgeyeke din de pisûlaya maeş a ji leşkerên pispor re tê dayin, cih digire. Pisûlaya maeş a ku bi navê Serdesteyê Pispor Îsmaîl Kurşat Koçer hatiye amadekirin, a Tîrmeha 2017'an e. Di vê belgeyê de tê dîtin, li Tirkiyeya ku mûçeyê kêmtirîn ê karkeran 1.400 ye, lê ji leşkerên pispor re herî kêm 6.000 TL maeş tê dayin. Li Tirkiyeyê, maeşê mezûneke/î zanîngehê li dora 3-4 hezar TL ye. Ev pisûlaya maeş a bi dest ket, nîşan dide bê dewleta Tirk çiqasî pere li şerê li Kurdistanê xerc dike. Di heman demê de nîşan dide bê bi çi rengî mirovan dide şerkirin.

ÎNFAZA CÛMA ÎMEN

Gerîlayê HPG'ê Cûma Îmen, ku li bejahiya navçeya Elkê ya Şirnexê piştî ku dîl kete destê leşkeran hate qetilkirin, dîmenê beriya bê înfazkirin, di nava malzemeyên leşkerî yên bi dest ketî bû. Ev dîmen di telefona leşkerekî de hate dîtin.

PÊ LI HEV DIKIN Û DIREVIN

Di nava malzemeyên ketin destê gerîla de, dîmen û wêneyên leşkeran ên li çiyê jî hene. Xuya ye yek ji van dîmenan li Girê Deriyê Berojê hatiye kişandin, ku gerîla çalakî lê kir. Di dîmen de tê dîtin, ku leşker bê rêk û pêk û belawela ne. Ji xwe di dîmenên ji hewa hatin kişandin de dihate dîtin, ku dema gerîla dest bi çalakiyê kir, leşkeran pê li hev dikirin û dibeziyan.