Bêdengiya 19 salan a li pêşberî komkujiya Kendakolayê

Beriya 19 salan balafirên şer ên Tirk li Kendakolayê komkujî kir. Hikumetên Iraqê û Kurdistana Federal ku li pêşberî kuştina 42 sivîlan bêdeng man hîn jî bêdeng in.

Li herêma Kendakola ya Xakurkê beriya 19 salan 11 jê zarok û 13 jê jin bi giştî 42 sivîl ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk jiyana xwe ji dest dabûn. Tevî ku hesab ji kujeran nehate xwestin komkujiyên nû li şêniyên herêma Kendakolayê hatin kirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk di 15'ê Tebaxa sala 2000'î de li herêma Kendakolayê ya Başûrê Kurdistanê bombe li sivîlan barandin û 11 jê zarok û 13 jê jin bi giştî 42 sivîl qetil kiribûn. Rayedarên Tirk ên wê demê îdîa kirin ku komkujî bi şaşitî hatiye kirin û hewl dan ku komkujiyê binixumînin. Hikumeta Federal a Kurdistanê û hikumeta Iraqê hem wê demê hem jî 19 sal piştî komkujiyê bêdeng man. Tevî ku dikeve sala 20'an jî der barê komkujiyê de ne lêpirsînek ne jî dozek hatiye vekirin. Bêdengiya li Kendakolayê bû bingeh ji komkujiyên Kortek û Roboskî re û dewleta Tirk teşwîq kir ku komkujiyan bike.

Şêniyên Kendakolayê ku komkujî lê hate kirin, piştî 19 salan niha jî heman polîtîkayên dagirkeriyê û komkujiyên nû li wan tên kirin. Hîn jî herêm ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve tê bombekirin.

Şopên komkujiya Kendakolayê hîn li herêmê hene. Kortên mezin ên ji ber bomberdûmanê rû dan, darên parçebûyî, pêlîstokên zarokan, pêlava zarokan hîn li herêmê ne.

METIRSIYA KOMKUJIYÊN NÛ

Li herêma ku komkujî lê hate kirin em li şahidan guhdarî dikin ku xizmên wan di komkujiyê de hatin qetilkirin. Weysî Xidir Reşo anî ziman ku xanî û gundê wan hîn jî ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve tên bombekirin û niha jî metirsiya komkujiyeke nû heye.

Diyar kir, "Metirsiyeke mezin li dijî me heye. Hêzên Tirk xaka me dagir kirine. Deverek nîne ku em karibin pezê xwe lê biçêrînin. Xaka me bi balafirên şer û topan tê bombekirin. Em dixwazin tavilê dawî li dagirkeriya hêzên Tirk bê anîn. Bang li hikumetên Başûr û Iraqê dikim; nebin hevparê dagirkeriyê. Pirsgirêk PKK nîne, armanc dagirkirina Kurdistanê ye. Di sala 2000'î de li Kendakolayê 42 jin, zarok endamên eşîra me, mirovên sivîl bi balafirên şer hatibûn qetilkirin. Niha jî dixwazin heman tiştî bikin.

EM XAKA XWE NATERIKÎNIN

Dixwazin me ji xaka me derxînin. Xaniyê min sala 1994'an ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin, me wê demê jî neterikand. Sala 2011'an careke din êrîşkirin, pismamê min Celal zewicî bû ew qetil kirin. Zarokên me di nava travmayê de ne. Gefeke mezin li herêma me tê xwarin. Rewş 30 sal in bi vî rengî ye, wê heta ku deverê bi vî rengî bidome? Divê tavilê ji xaka me derkevin."

BÊDENGÎ NAYÊ FÊHMKIRIN

Kurdo jî ku di Komkujiya Kendakolayê de gelek xizmên wan hatin qetilkirin, anî ziman ku heman metirsî didome. Kurdo diyar kir xaka wan bi rengekî bênavber tê bombekirin û got, "Em bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê fêhm nakin. Em nikarin biçin zozanên xwe, ji ber êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk heywanên me telef dibin. Dixwazin ku em xaka xwe biterikînin. Dewleta Tirk çiyayên me dagir kiriye. Divê hêzên Tirk xaka me biterikînin. Armanca dewleta Tirk çiyayê Şekîfê ya jî çend çiyayên din nîne, armanca wan dagirkirina tevahiya Kurdistanê ye."

'LI PÊŞBERÎ ZILMÊ EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN'

Kumrî Xelef ku di Komkujiya Kendakolayê de kurê wê, bûka wê û du neviyên wê hatin qetilkirin, bal kişand ser bêdengiya rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku hîn jî didome.

Xelef destnîşan kir, ji ber ku hesab ji kiryarên komkujiyê nehate pirsîn îro êrîş didomin û got, "Em zarokên xwe di bin bomberdûmanê de mezin dikin. Xakurkê xaka me ye, divê tavilê ji xaka me derkevin. Di komkujiya Kendakolayê de kurê min, bûka min û neviyên min hatin qetilkirin. Divê her kes bi vê zanibe; em ê li pêşberî zilmê serê xwe netewînin. Ji xwedê hêvî dikim ku hêzê bide gerîlayên ku li Xakurkê şer dikin, bi can û xwîna xwe xaka me diparêzin. Ez minetdarê zarokên me yên leheng in."