Başûrê Kurdistanê bersiv da Iraqê: Em ê betal nekin

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê banga Iraqê red kir ya ku Iraqê dixwest referandûm were bêhikumkirin.

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî şertê Iraqê ya ji bo diyalogê da. Berdevkê hikumetê Sefîn Dîzayî got ku, “Bêhikumkirina encamên referandûmê ne ewqasî hêsan e.”

Dîzayî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Referandûm ne aîdî hikumet an jî partiyeke siyasî ye, ya gel e. Gel di çarçoveya vê referandûmê de biryara dahatûya xwe da.”

Dîzayî hebûna pêşmergeyan a li herêmên bi nîqaş jî parast û diyar kir ji ber DAIŞ’ê pêşmerge ketine wê derê û got, “Pêşmerge ne hêzeke derveyî Iraqê ye ku hatibe ev herêm dagir kiribe. Pêşmerge wekî ku di destûra bingehîn a Iraqê de hatiye diyarkirin, parçeyekî pergala parastina federal a Iraqê ye.”

EBADÎ: JI BO DIYALOGÊ DIVÊ WERE BETALKIRIN

Rêveberiya Bexdayê ji bo ku diyalogê bi hikumeta herêmê re deyne dixwaze encamên referandûmê werin betalkirin. Herî dawîn Serokwezîrê Iraqê Ebadî duh gotibû, “Divê herêma Kurdistanê berê encamên vê referandûma li dijî destûra bingehîn betal bike û piştre jî ji bo hevgirtina xaka Iraqê xurt bike, divê dest bi diyalogên cîddî bike.”