Barzanî daxuyaniyek xeternak da!

Serokê PDK’ê Mesût Barzanî piştî hefteyekê ya banga Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan a hişyariyê û şûnde daxuyaniyek da û PKK sûcdar kir, têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk yek gotin nekir.

Serokê PDK’ê Mesût Barzanî bi daxuyaniyeke nivîskî ev got: “Me şerê Kurdan bi Kurdan heram kiriye”, li ser şerekî muhtemel jî nîşaneyên xeternak da.

Barzanî got: “Helwesta me ya ku şerê Kurdan bi Kurdan a heram kiriye, divê li hemberî welatiyên me yên ku neçar dimînin ji cihên xwe derdikevin, dibin qûrban û bi awayekî neheq tên şehîdkirin, mîna bêdengiyê neyê famkirin.”

Barzanî diyar kir ku Pêşmerge li dijî DAÎŞ’ê bi ‘lehengî’ şer kirine, heman demê herêmên sînor jî vala kirine qebûl kir, vê rewşê jî sûcdarkirina PKK’ê jî tercîh kir.

Barzanî PKK ji vê pêvajoya ku mijara gotinê ye  got: “Herêmên sînor û hinek dever dagir kir" û wiha domand: “Xwe weke alternatîfa hikûmetê ferz dike.”

Barzanî destnîşan kir ku nebûna xizmetguzariyê ya bi dehê salan ên li herêmên ku mîna girêkoreke ya nelirêtiyê hatiye, xwest bi PKK’ê ve bide girêdan. Li gorî Barzanî PKK ‘ji bo mirovên ku dixwazin gund û jîngehên xwe ji nû ve ava bikin bûye asteng.’

‘LI SER DAGIRKERIYA TIRK YEK GOTIN NEKIR’

Serokê PDK’ê îdîa kir ku PKK ji bo herêma Kurdistanê  ‘xeterî’ ye û pênaseya ‘dagir kirine’ bikar anî û xwest PKK derkeve.

Balkêşe ku Barzanî di daxuyaniya xwe de li ser nuqteyên ku dewleta Tirk dagir kiriye, sewqiyata hêzên leşkerî û demê dawî de qetilkirina bi dehan sivîlna yek gotin nekir.

SEWQIYATA JI BO GARE

Daxuyaniya Barzanî ya hate kirin, balkêşe ku di demekê de ku sewqiyata pêşmergeyan a ji bo hêzên gerîla ya bi hevkariya dewleta Tirk re pêk tê, hatiye dayîn.

Barzanî PKK kir hedef û ‘dagirker’ îlan kir, ji bo çiyayê Gare, Deştê Nehêl sewqiyata leşkerî pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev gotibû: “Di nava van çend rojên borî de li ser çapemeniyê nûçeyên ku sewqiyata hêzên PDK’ê ya ber bi navendên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê ve cih digirin. Em dibînin ku bi taybet ev tevger li herêma Garê ya ku nêzî navçeya Akrê û Amêdiyê zêdetir bûye.

Hêza mijara gotinê 25’ê Cotmeha 2020’ê xwestine li deverên gerîla yên dikevin sînorê Akrê yê heman demê li herêma Garê ne bicih bibin û çeper çêbikin. Hêzên me yên gerîla yên li qadê ji bo hêzên PDK’ê hê zêdetir ber bi qadên gerîla ve neyên hişyariya pêwîst kiriye. Saet 22:30’î balafirên dewleta Tirk a dagirker herêm bombe kiriye.

Destpêkê ji bo gelê xwe yê welatparêz ên herêmê û Başûrê Kurdistanê dibêjin ku; ev hewldanên ber bi qadên gerîla ve xeteriyên cidî bi xwe re tîne. Ji bo vê bang li gelê xwe dikin ku ji bo rawestandina van hêzên mijara gotinê û gelê me yê Kurdistan hestyar bin.” 

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku sewqiyata ji bo Garê hem dorpêçkirina Şengal û hem jî Rojava ye.

KARAYILAN BANGA DIYALOGÊ LI BARZANÎ KIRIBÛ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di daxuyaniya xwe ya 28'ê Cotmehê de kiribû, bang li Barzanî kiribû ku daxwaz kiribû ku pêşiya şereke Kurd bi Kurd bigire, banga hestyarî û diyalogê kiribû:

Banga Karayilan wiha bû:

"Ez nizanim ku haya rêveberiya PDK'ê ji van bûyerên diqewimin hemûyan heye yan na. Bi taybetî ji vir dixwazim bang li Kek Mesûd bikim; Haya xwe ji van kiryaran heye yan na? Nizanim ku nêrînên wî yên di vê mijarê de çi ye, ji ber ku heta niha neaxiviye. Em dixwazin nêrînên Kek Mesûd jî hîn bibin. Yanî ev hemû tişt ji bo çi tên kirin? Çima dixwazin bi hêzeke ewqasî mezin dor û rêya hevalan bigirin? Ev tê çi wateyê? Em dixwazin ku dest deyne ser vê meseleyê. Çi dibe bila bibe em amade ne ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rêya diyalogê çareser bikin. Lê belê eger tu dora hêzeke leşkerî, çep, rastê wê bigire, hewl bide ku cih lê teng bike, neyê xwestin jî wê hingî şer biqewime. Fikarên me bi vî rengî ne. Lewma bi rengekî eşkere bang dikim; dixwazim ku pêşî li vê bigirin. Bi vî rengî nabe. Bi vî rengî be di her kêliyê de dibe ku qezayek rû bide.

Li kû nuqteyek me hebe, hema dixwazin li wir hêz bi cih bikin. Rêyek di nava du hêzên me de hebin, li wir dixwazin qerqol ava bikin.

Meseleya navbera PKK û PDK'ê ne meseleyeke tenê navbera du partiyane. Ev mesele Kurdan hemûyan eleqedar dike, meseleyeke neteweyî ye. Lewma di wê baweriyê de me ku divê her kes bi vê pirsgirêkê re mijûl be. Di vê mijarê de em amade ne; çi pirsgirêk hebe em dikarin di bin çavdêriyê de nîqaş bikin. Em ji her tiştî re amade ne. Bi kurtasî em li bendê ne ku pêşî li rewşeke neyînî ya gengaz bê girtin. Ji ber ku eşkere ye ku di vê mijarê de metirsî hene. Em dixwazin ku Kurdistan di nava aramiyê de be. Ji ber vê yekê em dixwazin çareseriyek ji vê rêveçûnê re bê dîtin."