Barzan jî ji hêla gerîlayan ve tê parastin

Bersiva pêşî ya AKP’ê ya li referandûma Başûrê Kurdistanê ew bû ku êrîş bibe ser mintiqeya Botî ya Barzanê. Li dijî vê yê ku xwe kirî bend û şer kirî dîsa gerîlayên Kurdistanê bûn.

Artêşa Tirk 27’ê Îlonê kete Başûrê Kurdistanê û li rêze çiyayên Tepê Xwedê ya Herêma Barzanê û derdora wê operasyon da destpêkirin. Piştî ku gerîlayên Kurdistanê bersiv da şer dest pê kir û şer hê jî didome. Li gorî ‘operasyonên dî yên dersînor’ ev êrîş ji êrîşa bi ser gerîlayan de wêdetir balkêş e ku herêma ku ji bo Malbata Barzanî girîng e bûye hedef.

Ne cara pêşî ye ku artêşa Tirk dikeve Başûrê Kurdistanê, cihêtiya vê operasyonê ji yên dî ew e ku cara pêşî ye ku li herêma Barzanê mintiqeya Botî dibe hedef. Baş tê zanîn ku ev mintiqe ji bo Êla Barzaniyan û Malbata Barzanî tê çi maneyê.

MESAJA JI BO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Beriya her tiştî ev operasyona ji gerîlayên HPG’ê wêdetir çavtirsandineke ji bo Malbata Barzaniyan. Hedefgirtina gundên Adil Beg, Seklê û Petrotê yên li herêmê bi wê mesajê ye ku ji niha û pê de wê çawa nêzîkî li Rêveberiya Herêma Kurdistanê bibe. Li gel topên bi obûs, hawanan, bi balafirên şer ên F-16’an, bi helîkoptêrên Kobrayê û bi SÎHA’yan bombekirina zêde bi wê mebestê ye ku dixwazin gundan vala bikin û gel koçber bikin. Tê zanîn ku li wê herêmê gerîlayên HPG’ê bi cih nabin lê carcaran li wê mintiqeyê tevdigerin.

QET LI MINTIQETA BARZAN NEXISTIBÛN

Piştî ku artêşa Tirk perwerdehiya leşkerî ya dayî hêzên PDK’ê bi dawî kir, piştî wê rawestandina seferên balafiran a ji bo Hewlêr û Silêmaniyê nîşan dida ku hikûmeta şer a AKP-MHP’ê wê bikeve hewldana dagirkrina Başûrê Kurdistanê. Artêşa Tirk di dîroka şer a Kurdistanê de ti caran mintiqeta Barzan ji xwe re nekribû hedef. Li ser vê herêmê tim sist dikirin û hema hema qet şer li vir nedibû. Lê piştî referandûmê hilbijartina vê herêmê ya ji hêla artêşa Tirk be, bi hevdemî li sînorê Xabûrê bi artêşa Iraqê re destpêkirina tetbîqatê her bêguman weke haziriya dagirkirinê xuya dike.

ÊRÎŞ GAVA PÊŞÎ YA BERBIÇAV BÛ

Hikûmeta Tirk bi betalkirina peymanên siyasî û leşkerî nema, bi hikûmetên Îran û Iraqê re vekirî/xef civîn pêk anîn û nîşan ku konsepta îmhakirina Kurdan daye ber xwe. Bi rêya medyayê gefên li ser Malbata Barzaniyan û gefên li ser gelê Başûrê Kurdistanê û diyakirina ku wê berdêla referandûmê bistînin ev ‘operasyoan dersînor’ dikare weke gava pêşî ya berbiçav were ditin.

BAŞÛR HÊ JÎ DI XAVIL E

Li gel ku rastî wiha li ber çavan e jî, hê jî Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ber bi yekîtiya netewî ve nayê û berjewendiya Kurdan di Tirkiyê de digere, ev bi serê xwe xafilbûn e. Her kes dizane bê ka mintiqeta Botî ya Barzanê ji bo PDK’ê tê çi maneyê. Li gel ku êrîş bi ser nirxên manewî de anîne jî, PDK bi gerîlayên HPG’ê re nakevine pozîsyona parastina hevpar, ev jî helwesta rêveberiya PDK’ê ya  li pêşberî AKP’ê vekirî nîşan dide.

GERÎLAYÊN KURDISTANÊ MERTAL IN

Bala we kişandibe êrîş çawa ji kû alî ve were jî gerîlayên Kurdistanê (HPG/YJA Star) bersivê dide. Gerîl ali xeta Rojhilatê Kurdistanê, li xeta Kerkû-Mexmûrê û li xeta Bakurê Kuristanê ye. Weke ku bi vê operasyona dawî hatî fêhmkirin ne tenê qadên ku ji bo gerîla xwedî giringiyeke stratejîk in, hewl didn ku hemû qadên ku ji bo gelê Kurd binirx in biparêzin. Her wiha YPG/YPJ’ê jî gotin li pêşberî operasyoneke pêkan a bi ser Başûrê Kurdistanê de ew ê rawestin.

HÛN HÊ LI BENDA ÇI NE?

Ma ne dema wê ye ku em civaka Kurdistanê ya ku bi hîs û ramanên xwe bûne yek em bi hêza parastina hevpar û kongreya netewî tacîdar bikin? Ev hewldan wê bi Rêveberiya Başûrê Kurdistanê nede windakirin. Berevajî vê, di vê demê ku ji her hêlê ve êrîş zehf in, gaveke wiha wê Başûr zêdetir xurt bike.