Baroya Wanê: Êşkence li girtiyan hate kirin

Komîsyona Mafê Miorvan a Baroya Wanê  rapora binpêkirina mafan ên li gritîgehan ragihand. Di raporê de hate gotin, 'êşkence hatiye tespîtkirin''

Rapora têkilî girtîgehan a Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê li avahiya baroyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re hate parvekirin.

Piştî ku girtiyên bi navê Mahsûm Yuksekbag û Tacettîn Turan serî li baroyê dan û gotin êşkence li wan hatiye kirin endamên Komîsyonê Mafê Mirovan a Baroya Wanê tevgeriyan.

ÇI JI GIRTIYAN DIKIN

Rapor ji hêla Parêzer Fehîm Yacan ve hate aşkerekirin.

Yacan bal kişande ser vegotinên girtiyê bi navê Hilmî Ozsoy, diyar kir,  Ozsoy gotiye memûrên înfazê ew tazî kirine, derb lê dane, serê wî hatiye şikandin, êşkence lê hatiye kirin û du memûrên înfazê ew birine odeya qerdiyan gelekî lêxistine. Yacan got li ser laşê wî cihê lêdanê çêbûne lê hekîmê girtîgehê ew tedawî nekiriye, bi wê rewşê ew birine koxuşê û bi kamerayên şopên êşkenceyê yên li ser laşê wî dikarin werin dîtin.

Yacan her wiha diyar kir ku cezayê disîplîn û hucreyê dana Ozsoy, heke 3 meh cezayê disîplînê bidin Ozsoy wê înfaza wî bişewite û got, vî tiştî bi qesd dikin.

GIRTIYÊN TAZÎ ŞANÎ QERDIYANÊN IN DIKIN

Yacan bi berdewamî got, li dijî van kirinên dij mirovî ew çûne girtîgeha Trabzoê ya Beşîkduzuyê bi armanca ku binpêkirina mafan tespît bikin û got, girtiyan tazî dikin, ser wan bi vî rengî seh dikin, dema ku girtî vê qebûl nakin jî derbê li wan dixin, wan dixin feleqeyê. Yacan bi berdewamî got dema ku li wan dixin kameran digirin, dema ku girtî têne tazîkirin û rêzkirin, li hestiyê wan ê birçî dixin û girtî yên tazîkirî şandî qerdiyanên didin.

Li ser êşkenceyên di vegotinên girtiyên bi navê Cemal Nanîr, Maznûn Ozagar, Ozgur Gurbuz, Kerem Karagoz, Enes Aydogan jî, tê gotin, ''talîmata Wezareta Dadê'' ye.

'SÛCÊ ÊŞKENCEYÊ HATIYE KIRIN'

Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Wanê Fehîm Yacan herî dawî got li gel ku 2 heftî ser derb û êşkenceyê re derbas bûne jî li ser laşê girtiyê bi navê Mahsûm Yuksekbag hê jî şopa êşkenceyê maye û diyar kir, ''Hatiye dîtiye ku li dijî girtiyan sûcê êşkenceyê hatiye kirin''.