Bang li PDK’ê hate kirin: Hevrêyê me Dr. Aydin bi lezgîn berdin!

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gal, têkildarî gerîlayê bi navê Dr. Aydin ê ku birîndar sala bihurî ji aliyê PDK’ê ve hatibû binçavkirin, daxuyaniyek da.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gal, diyar kir ku Dr. Aydin li Dihokê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye binçavkirin, destnîşan kir ku tevî hemû hevdîtin û guftûgoyên li gel PDK’ê jî ti encam negirtiye.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser nûçeyên di çapameniya şerê taybet ê Tirk de ku têkildarî Dr. Aydin wiha hate gotin: “Hevrêyê me Dr. Aydin ti têkiliya wî bi TAK’ê re nîne û ne jî di encama operasyona hevpar a pêşmerge û Hêzên Taybet ên Tirk ve hatiye girtin. Ti rastiya wê nîne û derew in.

DR. AYDIN BI BIRÎNDARÎ HATIYE GIRTIN

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gal, di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekir:

“Rejîma AKP’ê ku pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo bi dawî kirî 24’ê Temûza 2015’an li ser qadên me yên êrîşa hewayî ya berfireh pêk anîn. Hevalê me Doktor Aydin ku di dema van êrîşan de birîndar bûyî di nexweşxaneya Duhokê de demekê hatiye tedawîkirin. Hevalê me ku demekê bi tedawiyê re mijûl bû, ji bo tedawiyeke baştir dema ku dixwest biçe Rojava, 28’ê Sibata 2016’an di navbera Zaxo û Duhokê de ji hêla asayişê ve hatiye girtin. Hevalê me yê ku ti sedema girtîbûna wî nîn e heta niha nehatiye berdan.

TEVÎ HEMÛ GUTÛBÊJÊN BI PDK’Ê RE JÎ TI ENCAM NEGIRT

Beriya niha li Duhokê di dema tedawiyê de li gel ku ji hêla rayedarên PDK’ê ve û ji hêla hêzên asayişê ve tê naskirin û tê zanîn ku pêdiviya wî bi tedawiyê heye jî me ti wate neda girtina wî. Heval Doktor Aydin ji Farqîna Amedê ye, ji ciwantiya xwe ve bi pey xeyla xwe ya mezin ketiye, di nav Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi fedaî têkoşiyaye û ti ziyana wî negihaştiye kesekî. Ew di 18 salên di nav refên me de şoreşgerekî Kurdistanê ye ku girêdayî gelê xwe û doza xwe ye.

Ev 14 meh in ku ji hêla asayişa Duhokê ve hatiye girtin û hê jî nehatiye berdan. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ji bo ku hevalê me were berdan gelek caran ji rayedarên PDK’ê hatiye xwestin lê wan her carê bi gotinên ‘’ne li cem me ye, em nizanin li kû ye, em lêdikolin’’ rêya awiqandinê hilbijartine. Lê me dizanîbû ku hevalê me li kîjan asayişa Duhokê ye û her roj me agahî werdigirt. Li cihê ku hatî girtin, hevalê me Doktor Aydin dest bi girêva birçîbûnê kir û rewşa wî ya tendiristiyê giran bû. Nûnerên me rewşa hevalê me hemû li gel ku ji rêveberên PDK’ê re ragihandin jî heta niha ti bersiveke erênî nehatiye dayin.

Me Tevgerê ji ber hesasiyeta me ya netewî û ji ber baweriya me ya ku divê problemên di navbera hêzên Kurd de bi rêyên demokrasiyê çareser bibin, ji bo têkiliyên di navbera me de zêdetir xirab nebin û nebin problemek kronîk heta niha me zêde tiştek nekir. Em li bendê man ku rayedarên PDK’ê dawî li vê rewşa ku nayê qebûlkirin bînin û em li bendê man ku hevalê me were berdan. Lê li gorî nûçeyên çapemeniya Tikr xwedê giravî bi operasyoneke hevpar a Fermandariya Qewetên Taybet ên Tirk û Pêşmergeyan hatiye girtin û li girtîgeheke bi ewlehiya taybet a Pêşmergeyan tê girtin.

Di heman nûçeyê de agahiyên têkildarî hevalê me hatine beravajîkirin û derewa girtina fermandarê ‘TAK’’ê li hev anîne û bi erzanî ji xwe re govenda serketinê girêdane. Pêşî em vê bibêjin, tiştekî wiha nîn e. Ne têkiliya hevalê Doktor Aydin bi ‘TAK’ê re heye û ne jî bi ‘operayona hevpar’ a Qewetên Taybet ên Tirk û Pêşmergeyan hatiye girtin. Ev hemû derew in û li hev anîne. Hevalê me, bi tena serê xwe, bê çek bi wesayiteke kû diçû Rojava, ji hêla Pêşmergeyan ve wesayita wî hatiye sekinindan û hatiye girtin.

EGER KU LI HOLÊ XIYANET NEBE, DIVÊ BI LEZGÎNÎ HEVRÊYÊ ME BÊ BERDAN

Di serdemeke wiha pir girîng û nazik a doza azadiya Kurdistanê de, bi hevkariya bi dewleta Tirk re ku ji bo hemû nirxên gelê me ji holê rake êrîş dike û di dijminatiyê de sînoran nas nake, girtina şoreşgerekî Kurdistanê têkiliya xwe ne bi Kurdbûnê re heye, ne bi niştimanperweriyê re heye û ev ti caran nayê qebûlkirin. Heke li holê hevkariyeke vekirî û îxanet nebe divê hevalê me demildest serbest were berdan. Gerîlayekî Kurdistanê ku li gorî yasayên Kurdistanê milîtanekî şoreşger ê bê sûc e û ji bilî xizmetakirina ji gelê Kurdistanê re ne xwedî ti armancê ye, nikare zêdetir girtî were hiştin û bi ti rengî ev rewş nikare were vegotin.

Heke di vê bûyerê de hevkariya bi dewleta Tirk re hebe ev ê bi çi rengî were vegotin. Em bang li rayedarên PDK’ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Federal dikin ku di vê mijarê de daxuyaniyê bidin gelê me, vê mijarê zelal bikin û tişta hewce bikin.

BANG LI HÊZÊN KURDISTANÊ DIKIN: XWEDÎ LI BERPIRSYARIYÊN XWE DERKEVIN

Banga me ji bo hemû hêzên siyasî û civakî yên Kurdistanî ew e ku ji bo ku hevalê me Doktor Aydin azad bibe û ev girtina neheq rê li ber kêşeyên giran veneke, tişta ji dest wan tê bikin û xwedî li berpirsyariyên xwe yên demokratîk û netewî derkevin.’’