Balafirên şer ên Tirk Qendîl bomberdûman dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bomberdûman dike.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bomberdûman dike.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker saet 22:40 gundên herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bombe kirin.
Di derbarê encama bombebaranê de hê ti agahî zelal nehatine girtin. Her wiha liv û tevgera balafiran a ji saet 21:00’an ve li ser Qendîl destpê kirî dewame.