Balafirên keşfê li esmanên Mexmûrê difirin

Li esmanên Wargheha Penaberan a Mexmûrê ev du roj in bê navber balafirên keşfê û dîsa balafiên şer digerin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevgereke zêde ya balafirên keşfê heye.

Duh jî li Mexmûrê balafirên şer bê navber tevahiya rojê geriyan, lê nehate zanîn bê ka ev balafir ên girêdayî Iraq, hêzên koalîsyon an jî dewleta Tirk a dagirker in.

Hêjayî bibîrxistinê ye 15’ê Nîsanê balafirên keşfê yên bê mirov û biçek (SÎHA) bombe li sê jinên dema ji bêriyê vedigeriyan barandin û ew qetil kiribûn.

Her wiha li herêmê di demê dawî de tevgera DAÎŞ'ê jî zêde bûye.