Azê fermandarek, şoreşgerek û zanyareke çiyayî bû

Ew fermandar û şoreşgereke jin e. Li Îzmîr ji dayik dibe, zaningehê diterikîne, di sala 1997’an de beşdarê nav refên PKK’ê dibe. Jineke şoreşger û çiyayî ye. Di 11’ê Mijdara 2017’an de tevî 12 hevrêyên xwe di şer de şehîd dikeve.

Azê Malazgîrt di sala 1976’an de li Îzmîrê ji dayik dibe, li Çanakkaleyê tevgera PKK’ê dinase. Azê Malazgîrt an jî Asli Ozkaya ku beşa cografyayê dixwinîne, zanîngeha 18’ê Adarê diterikîne, biryara şoreşgertiyê dide. Di sala 1997’an de berê xwe dide qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Sûriyeyê. Di şoreşgertiya xwe ya 20 salan de li tevahiya çiyayên Kudistanê digere û ji gerîla re fermandariyê dike. Ji bo azadiya gelê xwe li çiyê li koka xwe digere û ji bo azadiya gelên qedîm, li gelek deveran kar dike. Bi hezaran gerîla, bi hezaran şervanên Kurdistanê wê weke jineke çiyayî, jineke pêşeng dinase.

Azê Malazgîrt li Çanakkalayê, bi komek hevalên xwe tevlî nava refên PKK'ê dibe. Azê Malazgîrt an jî Asli Ozkaya, li zanîngehê dikeve bin bandora fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd. Her tim li ser jiyana gerîla dinivîsîne. Bi dilgermî û dilxwaziyeke mezin jiyana çiyê bi hevrêyên xwe re parve dike. Asli Ozkaya bi perwerdeya Rêberê Gelê Kurd, bi danhevên xwe, li gelek qadên Kurdistanê, erk û berpirsyartiyekî mezin digre ser milên xwe. Ew di nav çiyayan de bi rengê xwe bi coş û kelecana xwe li pêş bû.

'BI HEZARAN JIN PERWERDE KIR'

Asli Ozkaya bi kelecana şoreşê, bi tezên azadiyê,  bi sedan şervan, bi sedan jinên çiyayi, bi sedan gerîlayên jin perwerde kir. Ew him şoreşgereke him jî fermandareke şer û ya zanistiyê ye. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin e. Şerê ji bo parastina civakê û Kurdistanê bi rengekî rast pênase kir. Li Zagrosan, li heremên Behdînanê û heta li Besta û çiyayên Bakurê Kurdistanê rêwîtiyeke xwe ya azadiyê hebû.

Azê Malazgîrt her tim li çiyê ji bo hevalên xwe strana Hewreman digot. Her jinek, her şoreşgerek, her fermandarek, bi têkoşîna xwe gerdûnî ye. Azê Malazgîrt, jina çiyayî bê ku  zarava û zimanan ji hev cuda bike, stran û kilamên cûr be cûr digot. Ew bi strana Hewreman dihate naskirin. Şoreşgerek, fermandarek an jî jinekî çiyayî, li çiyayên Kurdistanê gerdûnî ye. Fermandara çiyayî bi çanda Kurdistanê û bi çiyayên xwe û bi têkoşina xwe gerdunî bû.

'LI HERÊMA BESTAYÊ ŞEHÎD BÛ'

Asli Ozkaya, li çiyayên Kurdistanê fermandar û şoreşgereke 20 salan bû. Di 3’ê Mijdara 2017’an de li herêma Bestayê operasyoneke bi berfireh li dijî gerîlayên Kurdistanê hate lidarxistin. Di vê operasyonê de bi hezaran kontrgerîla, cerdevan û leşkerên Tirk hebûn. Vê operaysonê hefteyekê berdewam dike. Fermandara jin Azê Malazgîrt, di 11’ê Mijdara 2017’an de ku li gel dunazdeh hevalên xwe canbexşane şer kirin,  şehîd ketin.