Avahiya ecêb a li naverasta Wanê jehrê belav dike

Avahiyek du qatî ya li navenda Wanê nêzî 2 sal in ji hêla çeteyan hatiye xespkirin, veguherandine navenda fihûşê û madeyên hişbiriyê.

Tevî hemû serlêdanên xwediyê male û şêniyên taxê jî saziyên dewletê ti destwerdanê nakin. Çeteyên ku civakê jehrî dikin, bi taybet jî ciwanên Kurdan ên welatparêz dikşînin vê avahiyê, li dijî saziyên Kurdan dikin sîxur.

Li Kurdistanê qirkirina siyasî dewam dike, li mile din jî bi polîtîkayên taybet pêşî li jiyana derveyî exlaqê civakê tê vekirin. Ji ber bi zextên hikûmeta AKP’ê însiyatîfên sazî û ciwanên Kurd bê fonksiyon hatine hiştin, li bajêr jirêderketin gihiştiye asta jor. Wisa ku, li navenda Wanê, avahiyek du qatî ya li Kolanan Nacî Bey a Taxa Şerefiye ya navçeya Îpekyolûyê, nêzî du sal in bûye navenda fihûş, firotina madeyên hişbir, çeteyên tînerê.

Beriya du salan çete ketin daîreyek vê avahiyê. Li 3 daîreyên din jî Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER û malbatek diman. Çete, ji bo karibin bi temamî avahiyê bi dest bixin, daîreyên ku malbat û komale lê bûn şewitandin û talan kirin. Piştî ev rewş ji polîsan re hat gotin, ji bo carekê bi ser daîreya çeteyan de girtin. Dema serdegirtinê, jinek û çend kesan xwe ji qatê duyemîn avêtin û hewl dan birevin, hatin binçavkirin. Çeteyên ku êvarekê binçavkirî man, dûvre hatin berdan. Malbat û komaleyan nema xwe li ber zextên çeteyan girtin û ji avahiyê bar kirin. Çeteyên ku avahî bi temamî bi dest xistin, daîreya li qatê yekem a li mile çepê bi temamî dagir kirin, li 3 daîreyên mayî jî penaberên Sûriyeyê bi cih bûn.

SAZÎ, LI BERAMBERÎ ÇETEYÊN KU CIVAKÊ JEHRÎ DIKIN BÊDENG IN

Rojane nêzî sed kes dikevin vê avahiya ku li navenda bajêr bûye nuqteya fihûş û madeyên hişbir. Di nav van kesan de keç û xortên ciwan ên xwendevanên lîseyê zêde ne. Tê dîtin ku li ber avahiyê 24 saetan nobed tê girtin, di demên dawî de ji ber hewaya sar, her ji şibekayan çavdêrî dikin. Xwediyê vê avahiya ku bûye navenda jirêderketinê, Ebûbekîr Karabûlût, dibêje ku beriya niha bi 5 mehan piştî ji Îsmaîl Dagkirina kirî, jib o karibe ji çeteyan rizgar bike, serî li Walîtiya Wanê, Qeymeqamtiya navçeyê û qereqola polîsan a 2 Nîsanê daye. Karabûlût ragihand ku tevahî serlêdanên wî bêencam mane û got; “Polîsan gotin, ‘rayeya me nîn e ku em avahiyê vala bikin’ û ji min xwestin ku doze vekim, lê li hundir ti kesên ku domdarî dimînin nîn e û navên wan jî nizanim, ji ber vê jî nikarim dozê vekim.”

Karabûlût got li ber tabloyê bêçare maye, bal kişand ku ev demek dirêj e tiştên li derveyî exlaqê civakê têne kirin, her cure pîsîtî hene, elektrîk bi qeçaxî tê bikaranîn û bêyî lihevkirina kîrayê jî mal hatiye xespkirin û li beramberî vê tabloyê jî sazî bêdeng û bêxem in.

BI SATOREYAN ÊRÎŞÎ CIWANÊN NERAZÎ KIRIN

Ciwanên taxê êvara 25’ê Hezîranê nerazîbûnên xwe nîşanî van çeteyên ku avahî xesp kirine dan, lê bi ser wan de êrîşek bi satoreyan çêbû. Piştî şêniyên taxê ketin navberê, ciwanan xwe rizgar kirin. Karabûlût, piştî vê bûyerê dibêje wek çareya dawî ji taxê îmze berhev kirine û serî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dane, lê ev serlêdan jî bêencam maye. Karabûlût herî dawî beriya 2 rojan dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê daye, dozgerê li wir jî jê re gotiye “lêpirsîn didome.”

‘CIWANÊN KURD DIXIN ÇIRAVÊ Û DIKIN SÎXUR’

Kesekî ku nexwest nave xwe bide û li cihekî nêzî ev avahiya ku hatiye xespkirin rûdinê, dibêje sedema esasî ya bêdengmayina dewletê ew e ku ciwanên Kurd û welatparêz ji rê tên derxistin, civak tê jehrkirin û di heman demê de tên sîxurkirin. Destnîşan kir ku bi taybet jî zarokên malbatên welatparêz dikşînin avahiyê, di demên lîseyê de fêrî madeyên hişbir dikin û hewl didin her tiştî bi wan bidin kirin.