Aslan piştî îşkenceya 16 rojan krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da
Îhsan Aslan (52), ku di serdegirtina malê de hate binçavkirin û piştî îşkenceya 16 rojan hate berdan, krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Li dû Aslan malbateke dilşewat ma.
ANF
WAN
în, 23 berfanbarê 2016, 07:20
Li Wanê, Îhsan Aslan (52) ê du meh berê di serdegirtinê de li mala xwe hate binçavkirin û 16 rojan îşkence lê hate kirin, hefteyek piştî serbestberdanê di 11'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da. Aslan dema ji bo kontrola tenduristiyê çû nexweşxaneyê, ji doktoran re got polîsan îşkence lê kirine, lê tevî vê yekê jî rapora lêdanê jê re nehat dayîn. Aslan, berî bê binçavkirin ne nexweş bû. Di nava 3 mehan de bi hincetên pûç 9 caran hêzên dewletê avêtin ser mala wî. Herî dawî, bi îdîaya gilîkirinê polîsan avêtin ser mala wî, li pêş çavên zarokên wî lê dan û ew binçav kirin. Ji ber van serdegirtinan, jiyan li malbatê herimî. Ji malbatê Serhat Aslan ê 17 salî, ji ber ku polîsên Tirk qundaxa çekê li serê wî da, travmayeke giran derbas kir. Bav Aslan, ku piştî van binçavkirin û îşkenceyê krîza dil gelek caran pê re çêbû, li nexweşxaneyê got ku ev yek ji ber şîdeta polîsan e, lê belê doktoran rapor nedan wî û ew şandin malê. Hevjîn Nûriye Aslan ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da, qala tiştên bi serê wan ve hat, kir.
PIŞTÎ ÎŞKENCEYÊ NEHAT SER XWE
Nûriye Aslan diyar kir, hêzên dewletê gelek caran avêtin ser mala wan û hevserê wê yê îşkence lê hate kirin, piştî ji binê çavan derket, êdî nema karîbû bê ser xwe. Aslan got, "Piştî ku ji binê çavan derket, bû mirovekî cuda. Derdora çavên wî werimî bû, li ser bedena wî şopên lêdanê hebûn. Piştî ku derket ji min re got, 'Derbeke mezin li gurçika min a aliyê rastê xistin. Ez ji ser hişê xwe çûm û çend saetan li erdê razayî mam'. Piştî ku ji ser hişê xwe çû, ew nebirin doktor. Polîsan dema li wî dan jê re gotin, 'eger em li mala te tiştekî bibîn, em ê welê li te bidin ku navê te wê li dîrokê bê nivîsandin. Ya ku niha li te tê kirin ne tiştek e'. Dema ji wan re got, 'Min tiştek nekiriye. Li mala min tiştek nîne', li gurçik û serê wî xistine. Dema qala van tiştan dikir digot, 'ji bo li pêşberî dijmin nekevim erdê, min xwe bi kursiyê girt. Hingî heta tayê porê serê xwe, ez êşiyam'. Piştî 16 rojan hate berdan, lê ketibû."
DOKTORAN GOTIN 'REWŞA WÎ BAŞ E'
Aslan da zanîn, 3 roj piştî berdana hevserê wê, ji ber dilê wî teng bû ew rakirin nexwşexaneyê û got, "Hevserê min nexweş ket. Me ew di destpêkê de birin Nexweşxaneya Medîsîna, piştre jÎ rakir Nexweşxaneya Hayatê. Tevî me li her du nexweşxaneyan gotin, di binê çavan de îşkence lê hatiye kirin, rapor nedan. Doktoran tenê gotin 'divê anjiyo bibe'."
Aslan diyar kir, beriya hevserê wê bê binçavkirin ti nexweşiya wî tine bû û wiha dewam kir: "Hevserê min dema berdan, rewşa wî gelekî nebaş bû. Tevî ku îşkence lê hatibû kirin jî, doktoran rapora 'rewşa wî baş e' dan. Hefteyek piştî berdanê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Hevserê min mirovekî mîna çiya bû. Ti nexweşî pê re tine bû. Ji ber îşkenceya polîsan jiyana xwe ji dest da. Heta dawiya emrê xwe ez ê giliyê hemûyan bikim."
KURÊ XWE LI NEXWEŞXANEYAN DIGERÎNE
Aslan, ku hevserê wê jiyana xwe ji dest da û kurê wê travma derbas kir got, "Heta pitika me ya di pêçekê de, berê çekê da me hemûyan. Ji kurê min re gotin, 'ez ê li pêş çavên te pitika te bikujim'. Mala me serûbin kirin, camên me şikandin. Gelek caran bi qundaxa çekê li serê kurê min Serhat ê 17 salî dan. Her dera kurê min xwîn kirin, ew tazî kirin û birin li pişt xanî ew bi erdê re kişandin. Ji bo kuştinê li wî dan. Ji xwe ji wan hebû ku kurê min miriye û bi vî rengî ew li erdê hiştin. Ji ber vê yekê ev çend meh in kurê min krîza sara derbas dike. Min di destpêkê de kurê xwe bi Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêmê. Ew ê sewqî Erzîrom an jî Amedê bikira. Dema me gotin 'polîsan ev kir' hingî ev sewq betal kirin. Sewq nekirin. Nexweşxaneya Lêkolînê jî dema bihîst ku polîsan kiriye, got 'tiştekî wî nîne'. Kurê min hê jî krîzê derbas dike. Ti nexweşxane nema ku em neçûnê."