Asayîşa PDK’ê dişibe ya polîsên Tirk

Îbrahîm Abbas ji ber ku li ser medyaya civakî malbata Barzanî rexne kir, li Hewlêrê li mala xwe hate binçavkirin.

Asayîşa PDK’ê duh bi şev saet di 01.30’an de girt ser mala rojnamevan Îbrahîm Abbas û ew binçav kir.

Îbrahîm Abbas beriya ku were binçavkirin li ser hesabê xwe yê Facookê got “Asayîsa PDK’ê dora mala min girtiye. Alîkariya min bikin. Ne bi tenê ez hedef im, zarokên min ên ku wê sibê têkevin azmûnê jî dikin hedef”
Abbas di parvekirina xwe de diyar kir ku, sedema binçavkirinê nivîsa wî ya li ser Îdrîs Barzanî ye. Di roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de Abbas hate binçavkirin û nehat zelalkirin ku Abbas birine ku derê.

Rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê ji bo Îbrahîm Abbas serbest were berdan li ser medyaya civakî kampanyaya bi navê “Freedom for Ibrahim Ebas (Azadî ji Îbrahîm Ebas re)” dan destpêkirin.

Xeta Duhok, Zaxo û Hewlêrê ya ku PDK li vê derê serdest e qirkirin, îşkence û binçavkirina li ser rojnamevanan zêde ye. Di 13’ê Tebaxa 2016’an de nûçegîhanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî û di 2’ê Berfanbara 2016’an de jî nûçegîhanê KNN’ê Şûkrî Zeynedîn li Duhokê hatin revandin û piştre jî bi îşkenceyê hatin qetilkirin.