Arzu Savaş Derman: Em ê bi rengekî wekhev xizmetê ji gelê Qersê re bikin

Namzeta hevşaredariyê ya Qersê ya DEM Partiyê Arzu Savaş Derman, anî ziman ku li Qersê gel û baweriyên cuda dijîn û got ku ji bo aştî û aramiyê ava bikin, ew ê bi rengekî wekhev xizmetê ji hemû gelê Qersê re bikin.

Namzeta hevşaredariyê ya Qersê ya DEM Partiyê Arzu Savaş Derman, diyar kir ku ew li Qersê bi îdîan e û wiha got, “DEM Partî tevgereke ya gel e. Em hemû mirovên ku alîgirê heq, hiqûq, başî û bedewiyê ne di nava xwe de qebûl dikin.”

Namzeta hevşaredariyê ya Qersê ya DEM Partiyê Arzu Savaş Dermandi sala 1976'an de li navçeya Dîgorê weke zaroka herî biçûk ê malbateke welatparêz ji dayik bû. Arzu Savaş Derman a ku dibistana seretayî li Dîgorê û ya navîn jî li Mêrsînê qedand, dema li Zanîngeha Wanê ya 100. Yilê dixwend, ji ber xebatên wê yên siyasî têkiliya wê hat birîn. Derman ku zewicî ye û dayika du zarokan e, li Agirî û Qersê di saziyên tenduristiyê de wek rêvebir xebitî. Piştre jî bû hevseroka navçeya Bazîdê û Rêvebera DBP'ê yê Agiriyê. Derman ku du pirtûkên helbestan ên bi navê "Sevdam Ararat (Evîna Min Ararat)" û "Gokkuşaginda Yuregim (Dilê min di keskesorê de ye)" heye, anî ziman ku ew kêfxweş e ku biryar daye bibe namzeta hevşaredariya bajarê xwe.

‘EM LI QERSÊ BI ÎDÎA NE’

Arzu Savaş Derman ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ew rastî eleqe û piştgiriya germ a gelê Qersê tên û got, "Em li Qersê bi îdîa ne. Ji bo xizmeteke wekhev ji hemû gelê Qersê re bê kirin; Ji bo avakirina aştî û aramiyê em li vir in. Em ê li Qersê biçin her taxê û li hemû kuçeyan bigerin. Em ê bi serdana esnaf, saziyên sivîl, odeyên pîşeyî û sendîkayan û piştgiriya wan xebatên xwe bidomînin. Em ê li Qersê wekheviyê pêk bînin.”

KEDA JINAN Û AZADIYA WAN

Arzu Savaş Derman, bal kişand ser xweseriya jinan a li Qersê û wiha got: "Jin dayik, hevjîn, xwişk û hebûneke bi sebir, hestiyar, dil bi rehm û dilovan e ku bingeha jiyanê ava dike. Em ê ji bo keda jinan, azadiya jinan û hevgirtina wan projeyên xweser pêk bînin.”

WÊ XIZMETA KU HEQ DIKE BISTÎNE

Dewletê ti qîmet nedida avaniya xwezayî û dîrokî ya bajêr. Bajarê Qersê ji paqijiyê bêpar hatiye hiştin. Di aliyê sewalvanî û bazirganiya sînor de xwedî fonksiyoneke girîng e, lê tê paşguhkirin. Gelê Qersê wê di dema rêveberiya me de xizmeta ku heq dike bistîne û derfeta çareseriya pirsgirêkên xwe bi dest bixe. Weke partî em xwedî li girseyeke gelekî fedakar û leheng a gel derketin. Ev gel mafdar e, bi têkoşînkirinê re, em ê bi hev re bi ser bikevin."