Artêşa Tirk li Omeryanê daristanan dişewitîne
Şewata li herêma Omeryanê ku piştî êrîşên artêşa Tirk rû da didome.
Şewata li herêma Omeryanê ku piştî êrîşên artêşa Tirk rû da didome.
Li herêma Omeryanê ya navbera navçeyên Stewr û Nisêbînê yên Mêrdînê, şewata li daristanan ku 7'ê Îlonê piştî operasyonên artêşa Tirk dest pê kir hîn jî didome. Piştî şewata ku du rojan dom kir, li hin deverên din ên herêmê şewatê rû da.
Hate ragihandin ku ji bo vemirandina şewatê hîn tiştek nehatiye kirin. Şêniyên herêmê dibêjin ku şewat ji ber operasyonên artêşa Tirk rû daye.