Arêz Evdula: Wexta pêwîstiya me bi Qendîlê hebû, Qendîl amade bû

Endamê Serokatiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Arêz Evdula li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsî ku tê de îşaret bi PKK’ê kir ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de hatiya hewara me û divê em wê ji bîr nekin.

Endamê Serokatiya YNK’ê Arêz Evdula derbarê rewşa dawî ya herêmê di hesaba xwe ya Facebookê nivîsek weşand ku tê de behs dike ka PKK çawa di demên herî zehmet de alîkariya Başûrê Kurdistanê kiriye.

Evdula di nivîsa xwe de bal kêşaye ser êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Başûr û wiha pê de çûye: “Piştî ku DAÎŞ’ê Mexmûr girt û metirsî kete ser Hewlêrê, hikumeta herêmê ne tenê ji piştevanîya Tirkiyeyê bêhêvî bû.  Berevajî wê eşkere bûbû ku Tirkiye bi xwe li pişta DAÎŞ’ê ye. Ji ber wê yekê me bera xwe da Qendîlê.”

Her wiha Arêz Evdula di beşekî din ê nivîsa xwe de tekez kiriye ku PKK li ser daxwaza wan hatiye û wê jî demildest ji bo Kerkûk, Hewlêr û deşta Mûsilê hêz şandiye û bi wê rengî domandiye: “Wê rojê Qendîl amade bû ku xaka Kurdistan û hikumeta herêmê biparêze. Piştre hêzên hevpeyman hatin herêmê û bi destxweşîkirinê ve pêwîstiya me bi Qendîlê nema; ez vê gavê di vir de ev çendê tînim bîra xwe û nabe ku em nankor bin.”