Anketa li Bakurê Kurdistanê: PKK û Abdullah Ocalan dikarin pirsgirêka Kurdan çareser bikin

Li gorî anketa Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk ya ku li Bakurê Kurdistanê kiriye, ji sedî 57’an zêdetir beşdarên anketê çareseriyê di xweseriya demokratîk de dibînin û wekî mûxatab jî PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan didin.

Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo Polîtîk di navbera 1-10’ê Nîsana 2021’an de li Amed, Êlih, Riha, Mêrdîn, Dîlok, Wan, Şirnex, Mûş, Meletî, Îdir, Colemêrg, Xarpêt, Dêrsim, Bedlîs, Çewlig, Agirî û Semsûr jî tê de li 18 bajaran anketek çêkir.

Ji sedî 95,4’ê beşdarên anketê nasnameya xwe ya etnîk ‘Kurd’ nîşan da.

Di anketê de daneyên li ser ‘Pirsgirêka Kurdan û helwestên çareseriyê’ hene.

Anket li ser înternetê bi beşdariya 948 kesan hate kirin. Beşdarên anketê ji sedî 59,1’ê wan zanîngeh, ji sedî 20,7’ê wan lîse , ji sedî 10,3’ê wan lîsansa bilind, ji sedî 6,8’ê wan dibistana navîn û ji sedî 3,2’ê wan jî dibistana seretayî qedandine.

PIRSGIRÊKA KURDAN ÇAWA PÊNASE DIKIN

Ji beşdarên anketê re pirsa ‘Ji bo pirsgirêka Kurdan hûn ji bijartekên jêr kîjanê qebûl dikin?’

Ji sedî 82,3’ê beşdaran diyar kirine ku ew pênaseya ‘Pirsgirêka Kurdan tune’ qebûl nakin,

ji sedî 82,5’ê beşdaran diyar kirine ew pênaseya ‘Pirsgirêkeke çandî ye ya ku ji ber mafê zimanê zikmakî û mafê nasnameyê nehatiye naskirin’ qebûl dikin,

Ji sedî 86,9’ê beşdaran diyar kirine ew pênaseya ‘Pirsgirêka ji ber bidestnexistina mafên wekhev ên hemwelatîbûnê ye’ qebûl dikin,

Ji sedî 55,9’ê beşdaran diyar kirine ku ew pênaseya ‘Pirsgirêkeke herêmî ye ya ku di warê aborî û perwerdehiyê de bi paş ve maye’ qebûl nakin,

Ji sedî 61,4’ê beşdaran diyar kirin ku ew pênaseya ‘Pirsgirêka Kurdan ji ber ku Kurd dixwazin xwe bi rê ve bibin derketiye holê’ qebûl dikin

Ji sedî 52,1’ê beşdaran diyar kirine ew pênaseya ‘Pirsgirêka Kurdan ji ber daxwaza Kurdan a avakirina welatekî din e’ qebûl nakin,

Ji sedî 81,’ê beşdaran diyar kirin ku ew pênaseya ‘Pirsgirêke dîrokî ye ya ku koka wê digihêje demên dûr’ qebûl dikin.

PARTIYÊN XIZMETÊ JI ÇARESERIYÊ NAKIN

Di anketê de ji sedî 97,7’ê beşdaran diyar kirine ku AKP, ji sedî 94,9’ê beşdaran diyar kirine MHP, ji sedî 93,2’ê beşdaran diyar kirine ÎYÎP, ji sedî 85’ê beşdaran diyar kirine ku Partiya Saadetê, ji sedî 82,7’ê beşdaran diyar kirine ku Partiya Gelecekê, ji sedî 81,2’ê beşdaran diyar kirine ku CHP, ji sedî 74,ê beşdaran diyar kirin e ku Partiya Deva ‘Gotin û polîtîkaya wan xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurdan re nake’. Ji sedî 87,’ê beşdaran jî diyar kirin ku gotin û polîtîkayên HDP’ê xizmetê ji çareseriya pirsgirêka Kurdan re dike.

PIRSGIRÊKA KURDAN WÊ ÇAWA WERE ÇARESERKIRIN?

Beşdaran pirsa ‘Gelo li gorî te wê pirsgirêka Kurdan çawa were çareserkirin’ jî bersivandine. Ji sedî 44,5’ê beşdaran diyar kirine ‘Heke vegerin ser pêvajoya çareserî û muzakereyê’ ji sedî 29,3’ê beşdaran diyar kirine ‘Bi naskirina di Destûra Bingehîn û mîsogeriyan’ ji sedî 15,2’ê beşdaran jî diyar kirine ‘Bi sekinandina şer û aştiyê’ wê pirsgirêka Kurdan çareser bibe.

Beşdaran anketê pirsa ‘Gelo pirsgirêka Kurdan bi kîjan statuyê dikare were çareserkirin’ jî bersivandine. Ji sedî 57,2’ê beşdaran diyar kirine ‘Bi xweseriya demokratîk’, ji sedî 15’an diyar kirine ‘Bi hemwelatîbûna wekhev’, ji sedî 9,9’an diyar kirine ‘Bi şertê Rêveberiyên Herêmî û Xweseriyê ya Ewropayê’, ji sedî 9,9’an diyar kirine ‘Bi serxwebûnê’, ji sedî 5,1’an diyar kirine ‘Bi federasyonê’, ji sedî 1,9’an diyar kirine ‘Pirsgirêka Kurdan tune’, ji sedî 1,1’an jî diyar kirine ‘Hemû’.

DIKARE DI DEMEKE NÊZ DE ÇARESER BIBE?

Ji bo pirsa "Bi dîtina we pirsgirêka Kurd di demeke nêz de dikare çareser bibe?" ji sedî 26.4 ê beşdaran gotin "Erê", "ji sedî 47.9 ê beşdaran gotin "Na". Ji bo pirsa "Bi dîtina we pirsgirêka Kurd kengî dikare çareser bibe?" ji sedî 33.3 ê beşdaran gotin "11 sal û jê zêdetir", jis edî 20.7 ê beşdaran gotin, "1-5 salan", ji sedî 18.8 ê beşdaran gotin, "Di nava 6-10 salan de" û ji sedî 3.4 ê beşdaran jî gotin "Ti carî", ji sedî 23.8 ê beşdaran jî gotin, "Nêrîna min nîne."

Ji bo pirsa "Bi dîtina we pêvajoya çareseriyê herî zû kengî dikare ji nû ve dest pê bike?" ji sedî 36.5 ê beşdaran gotin, "Di nava zêdeyî 2 salan de", ji sedî 13.7 e beşdaran gotin, "Di nava 1-2 salan de", ji sedî 8.6 ê beşdar gotin, "Ti carî dest pê nake" û ji sedî 31.2 ê beşdaran gotin, "Nêrîna min nîne."

ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA DANÛSTANDINAN

Ji bo pirsa "Bi dîtina we astengiya herî mezin a li pêşiya jinûve destpêkirina danûstandinan û çareseriyê çi ye, yan jî kî ye?" ji sedî 45.6 ê beşdaran gotin "Tifaqa Cûmhûr û lîderên wê ne", ji sedî 30 gotin "AKP-Erdogan" e, ji sedî 18.1 jî gotin "Dewlet-dewleta kûr e".

BI ZORA LEŞKERÎ ÇARESER NABE

Ji bo pirsa "Bi dîtina we, eger hêzên çekdar ên Tirk bi rêbazên leşkerî PKK'ê bêbandor bike wê pirsgirêka Kurd çareser bibe?" ji sedî 95.1 ê beşdaran gotin "Na". Ji bo pirsa "Li gorî we, eger PKK dest ji çekê berde wê pirsgirêka Kurd çareser bibe?" ji sedî 80.6 ê beşdaran got, "Na", ji sedî 3.2 jî got "Erê."

MUXATAB PKK Û ABDULLAH OCALAN E

Ji bo pirsa "Bi dîtina we di çareseriya pirsgirêka Kurd de divê kî muxatab be?" ji sedî 56.5 ê beşdaran gotin "Partiyên Siyasî yên li Meclîsê tên temsîlkirin û rêxistin (Abdullah Ocalan û PKK)", ji sedî 22.8 ê beşdaran jî gotin, "Hikumet û Rêxistin (Abdullah Ocalan û PKK)."

Herî dawî ji bo pirsa "Bi dîtina we kî dikare pirsgirêka Kurd çareser bike", ji sedî 43.5 ê beşdaran gotin "Abdullah Ocalan-KCK-Partiyên Siyasî yên li nava Meclîsê", ji sedî 15.6 ê beşdaran gotin, "Abdullah Ocalan dikare çareser bike", "ji sedî 7.6 ê beşdaran jî gotin, "Abdullah Ocalan-KCK-HDP-AKP-TSK bi hev re dikarin çareser bikin."