Aloziyên PDK’ê yên li Zînî Wertê

Ji destpêka meha Nîsanê ve PDK li Zînî Wertê ya herêma Karoxê di bin navê kontrolkirina belavbûna vîrûsa Koronayê de aloziyek da destpêkirin, li aliyê din jî di bin navê bicihkirina hêza de dixwaze desthilatdariya xwe îspat bikin.

Ji destpêka meha Nîsanê ve Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Zînî Wertê ya herêma Karoxê di bin navê kontrolkirina belavbûna vîrûsa Koronayê de aloziyek da destpêkirin, li aliyê din jî di bin navê bicihkirina hêza de dixwaze desthilatdariya xwe îspat bike.  Ev jî tê wê wateyê ku bi berekê li du hedefan bide.

Bi bikaranîna belavbûna vîrûsa Koronayê ku niha ji bo xwe dixwaze rewatiya tevgerên xwe bide nîşandan, her wiha bi keyfa xwe her cihê ku bixwaze hêzên xwe lê bi cih bikin, di heman demê de ji bo vê yekê jî weke maske wezareta pêşmerge û hikumeta herêmê bi kar tîne.

Bi awayekî eşkere belavbûna vîrûsa Koronayê ya li Başûrê Kurdistanê jî ewqas rêjeya kesên bi ketina vîrûsa Koronayê nehatiye dîtin, di heman demê de li devera Wertê û li herêma Tamponê jî belavbûna vîrûsa Koronayê di astekî kêm de bû. Ev jî bêguman cihê keyfxweşiya hemû aliyan e. Desthilatên herêmê jî di van rojan de gelek bi dijwarî qedexeya hatin û çûyinê ragihandibû, ti bendên kontrolkirinê li Zînî Wertê nebû û hemû tişt asayî bû. Bêyî ku vîrusa koronayê zêde bibe û rûdanek pêk were, gelo çima li Zînî Wertê pêşîya belavbûna vîrusa koronayê girtiye! Giringiya Zînî Wertê çi ye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ewqas girîngiyê didiyê?

Ev hatiye eşkerekirin ku hemû alî jî dizane ku berjewendiyê dewleta Tirk ya dagirker li gel PDK’ê li ser berjewendiyên gelê Kurdistanê re ye, di heman demê de her ku dewleta Tirk wek plan û proje li ber çavan jî rabixe ew ê di yek carê de wan pêk tîne. Ji ber wê eger hikûmeta herêmê armanca wan ewlekarî be ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê, bi danîna bendekî ya asayîşê, yan jî polîsan li Zînî Wertê wê rê ve biçe, wê demê ji bo çi tabûra pêşmergeyan û hêzên Zêrevaniyê yan jî hêzên 70 û 80’ê ketine tevgerê?

Eger PDK bi zelalî û vekirî biaxive baştir e ji bo ku welatiyên Kurdistanê jî berevajî nekin ku di bin navê PKK nahêle hikûmet desthilata piyade bike, divê ew bêjin ku di çarçoveya projeyên dewleta Tirkiye û Emerîkayê de, dibin navê tinekirina PKK’ê û hêzên gerîlayên Kurdistanê de me hêzên xwe şandine. Heta ku li gorî wê yekê jî xelkên Kurdistanê bertekên xwe nîşan bidin û pêşiya şerxwaziyê bigirin.

Welatiyên Kurdistanê bi giştî hestyar in li beramberî liv û tevgerê ku naxwazin di navbera hêzên Kurdistanê de carek din şer çêbibe, ji ber wê jî bê alî bertekan nîşan didin. Ji ber ku PDK bi domdarî xwe bi şêwazên kesên merd dişibîne û xwe vedişêre. Nimûneyên me gelek in lê em jî weke PDK’ê naxwazin karên berê bi domdarî bikin tenê nimûneyek hate bibîrxistin ew jî nimûneya gundê Bermîze ye. Ya ku di bihara 2018’an de ku pêşkêşkirina sifreya xwarinê ya ji bo fermandeyê leşkerî ya Tirkiyeyê ya ji aliyê endamê parlementeriyê ve zêdetir ji rastiyê didin diyarkirin.