Alîkarê Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê îstîfa kir

Alîkarê Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê yê ji Partiya Komala Îslamî Fexredîn Qadir rexneyên giran li serokatiya herêmê, referandûm û neçalakbûna parlementoyê kir û ji peywira xwe îstîfa kir.

Alîkarê Serokê Parlementoya Başûrê Kurdistanê yê ji Partiya Komala Îslamî Fexredîn Qadir rexneyên giran li serokatiya herêmê, referandûm û neçalakbûna parlementoyê kir û bi daxuyaniya li ber parlementoyê ji peywira xwe îstîfa kir.

Qadir got ku "Li parlamentoya Kurdistanê me gelek hewldan kir ji bo ku em nerêtî (gendelî) û yasayên şikestî nehêlin. Lê hizbên desthilatdar parlamento girtin û mûçe û bûdçeya xelkê kêm kirin. Di dema karkirinê de me gelek yasa û biryarên girîng girtin. Lê mixabin, erkê çavdêriyê ya parlamentoyê pêk neanî. Nehiştin parlamento erkê xwe pêk bîne. Ji ber ku partiyên siyasî dixwazin parlamentoyeke kedîkirî hebe. Ji bo vê yekê rê li pêşiya karên parlamentoyê girtin. Weke herêmek divê destûra me ya nivîskî hebûya, lê mixabin, parlamentoyê nekariye destûrekî nivîskî çêbike."

Qadir sedemê îstifa xwe jî wiha destnîşan kir; "Ji bo başkirina rewşa jiyana xelkê, me gelek hewl dan kir, ji bo dahata Herêma Kurdistanê zelal bibe, lê ev yek nekirin. Eger kiribana wê bandoreke erênî li ser jiyana welatiyan bikira. Lê mûçe kêm kirin û tu hesab ji bo parlamentoyê nekirin. Ji bo di çarçoveya yasayî de kar bên kirin me gelek hewldan kirin, lê tenê ji bo mijara referandûmê jî ku mijarek niştîmanî ye pirs ji parlamentoyê nekirin."

Fexredîn Qadir herî dawî wiha got; "Pêwîst bû parlamentoyê û ezmûnên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê bikin ezmûnên serkeftî, lê nekirin. Ev dema parlamentoyê, berhemek xirab a dema berê bû. Divê bi rêya yasayê bihata çareserkirin. Mijara Serokatiya Herêma Kurdistanê pêwîst bû bi rêya yasayê were çareserkirin, lê li cihê vê yekê parlamento girtin."

Meclîsa Başûrê Kurdistanê piştî ku du salan girtî ma, di 15’ê Îlonê de hate vekirin.