'AKP ji ber têkçûnê dixwaze demografiya Kurdistanê biguhere'

Cîgirê Hevserokên HDP’ê Nadir Yildirim diyar kir, ji ber ku AKP li Kurdistanê têk çû, dixwaze demografiya Kurdistanê biguhere û ji bo vê jî Afgan, Ozbek û Çerkezan li herêmê bi cih dike.

Cîgirê Hevserokên HDP’ê Nadir Yildirim diyar kir, ji ber ku AKP li Kurdistanê têk çû, dixwaze demografiya Kurdistanê biguhere û ji bo vê jî Afgan, Ozbek û Çerkezan li herêmê bi cih dike. Yildirim êrîşên li ser Şengal û Rojava jî nirxand û got: “Barzanî cih nîşan da, AKP’ê jî bombebaran kir."

Cîgirê Hevserokatiya HDP’ê Nadir Yildirim der barê mijarên ku di rojevê de ne bersiv da pirsên ANF’ê.  Yildirim diyar kir ku qelipanda wesayîtên zirxî ya li ser gel de parçeyek ji planên dagirkeriyê ne û wiha got: “Bi taybetî demên dawî kuştinên di nava bajar de ango qelipandina wesayîtên zirxî li ser gel de derketine asta herî jor. Sedemê vê yekê jî ew e, dixwazin li ser gel şerê pîskolojîk bidin meşandin û dixwazin ku gel gav paş de bavêje.”

Li Wanê di navbera 17,18 û 23’ê Nîsanê de wesayîtên zirxî bi ser welatiyan de qelipî û di encamê de yek mirî û 6 kes jî birîndar bûn. Hûn van bûyeran çawan dinirxînin. Li dijî van bûyeran polîtîkaya hikûmetê çiye û ji bo ev bûyer pêk neyên divê çi bê kirin?

Li Kurdistanê ev bûyer ne nû ne, her û her bûyerên vî şeklî diqewimin. Bi taybet ev bûyer derdorî qişlayên leşkerî, midûryetên polîsan û li ser riyan çêdibin. Bi taybetî demên dawî kuştinên di nava bajar de ango qelipandina wesayîtên zirxî li ser gel zêde bûne. Sedemê vê yekê jî ew e, dixwazin li ser gel şerê pîskolojîk bidin meşandin û dixwazin gel gav paş de bavêje.  Di demên dawî de herî zêde ev bûyer li Wanên pêk hatin û di van bûyeran de jî welatiyên me jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin. Qelipandina wesayîtên zirxî yên li ser gel de bi  zanabûn pêk tinin û ne ji rêzê ye. Di nava heftiyekê de sê bûyerên wiha pêk hatin û di van bûyeran de kesekî jiyana xwe ji dest da û şeş kes jî birîndar bûn. Em  HDP li ser van bûyeran radiwestin û em ê heta dawiyê şopdar bibin. Li hemû welatên dixwazin dagirkeriya xwe li cihekê sazûman bike, bûyerên bi vî şeklî ji derdikevin holê. Divê gelê Kurd ji li hemberî bûyerên vî şeklî bi bertek be û xwedî li nirxê jiyana xwe derkevin.

Ji beriya çend rojan qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin projeyên xwe yên herêmê aşkera kirin û tê gotin ji van projeyan jî gelek ên Şaredariyên DBP’ê ne. Her wiha dîsan karê yekem yê qeyûm wêran kirina qadên şîn ê bajêr in. Hûn projeyên Şaredariya Bajarê Mezin û wêrankirina xwezayê çawan dinirxînin?

Belê, ev hemû polîtîkayên dagirkeriyê ne û qeyûm bi xwe jî amûrekî dagirkeriyê ye. Dewletê xwest di şexsên şaredariyan de civaka Kurd dagir bike. Gelek projeyên şaredariyên me yên Wanê hebûn, bi taybetî jî li derdora Gola Wanê projeyên taybet hebûn. Lê qeyûmê Artemêtanê ango qeymeqamê demê destûr neda ti projeyên şaredariyên me. Niha jî hemû projeyên şaredariyên me dizî ne û weke projeyên wan bin dixwazin têxin meryetê. Ev hemû hewldana dagirkeriyê ye û ev hewldan jî nagihe armanca xwe. Her wiha hemû parx û baxên di nava bajar, wargehên şînayê bi destê qeyûm têne tinekirin. Bivê dagirkeriyê dixwazin cihên ku gel hilmê distîne ji holê rakin û gel bê him bihêlin. Cihên jiyanê yên şîn yek bi yek radestî qadên dagirkeriya  leşkeri û polîsan dikin. Dîsan van herêmên şîn radestî TOKÎ dikin. 

Ji beriya demekê nêzî 215 malbatên Tirkên Girgawûz ji Ukranya hatin li herêma Adilcevazê bi cîh bûn. Niha jî hejmarek zêde Afqan û Çerkez hatine li navçeya Erdîşa Wanê bi cih bûne. Hûn vê bi cih bûn ê çawan dinirxînin û armanca van çiye?   

Armanca sereke ya dewletê dixwaze demografiya Kurdistanê biguherîn e û li gorî xwe dizayn bike. Sedema vê yeke çiye? Ji ber ku ti bingeha wan li Kurdistanê tineye û li Kurdistanê têk çûn. Ji beriya niha bi destê hin aliyên Kurdan zemînek ji xwe re ava kirîbûn û ev zemîn ji bo xwe bikar di anî. Êdî ev zemîn ji sedî sed qediya û ji bo vê yekê dewlet ketiye rewşek tengav de. Ji bo vê dewlet û AKP dixwaze li Kurdistanê bi taybet aliyê Serhedê bingehekî nû ava bike. AKP dixwaze cerdevanên nû ji bo xwe çêke. Li Kurdistanê artêşa Tirk di aliyê bejahiyê de ti aktîveyên xwe nîne û tênê bi riya teknolojiyê bombebaranê hinek tiştan dike ewqas. Niha dixwaze li Kurdistanê ji bo xwe artêşeke nû ava bike. Ji beriya niha bi dîmen ji bo raya giştî re jî hatibûn parvekirin. Mirov dema li wan dîmen û wêneyan dinerin leşkerên wan ji Afqan, Ozbek, Çerkez û hwd. Ev polîtîkayên AKP’ê gelek bi tahlûken e, bi taybetî ji hinek cihên Kurdistanê weke herêmên pîlot nîşan dane. Bi taybetî jî navçeyên weke Xelet, Adilcevaz a Betlîsê, navçeya Erdîşa Wanê û hinek herêmên li Agirî û Mûşê destnîşan kirîn e. Dixwazin van kesên biyanî têxin navenda dilê Kurdistanê de û li van herêman ji wargehên taybet ava dike. Ev wargeh jî ne wargehên civakî ne û ev jî ji bo polîtîkayên siyasî û leşkerî hatine li herêmê. 

Êrîşên artêşa Tirk ên li dijî herêma Şengal û Rojava hûn çawan dinirxînin? 

Piştî referandûmê, êrîşa li ser Şengal û Rojva gelek balkêş e, ev jî hêrsa wan ya 16’ê Nîsanê bû. Ev hêrs jî li ser dijmintiya gelê Kurd pêk hat. Encamên referandûmê yên li Kurdistan û Tirkiyê ji dil de AKP êşand. Dîsa gelek balkêş e ku ev êrîş di 24’ê Nîsanê de pêk hat, roja qirkirina li ser gelên Ermenî. Bi vê rojê xwestin peyamekê bidin gelê Kurd. AKP’ê li dijî gelên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê şerekî kûr û qirêj daye destpêkirin. Heger AKP firsend bibîne, dixwazek qirkirinek weke ya Ermeniya li serê Kurdan de jî bîne. Cara ewil e ku dewleta AKP/MHP’ê ango dewleta Erdogan û Bahçelî peyamek vekirî dan Kurdan. Bi vê peyamê dibêjin em ê weke sala 1915 we tevan qetil bikin û kokê we ji Kurdistanê paqij bikin. Polîtîkaya AKP û MHP’ê li ser dijminatiya Kurdan ava bûye. Divê li dijî van polîtîkayên qirkirinê her kes dakeve qadan û bertekên xwe bi awayek vekirî biqêre. Divê ev polîtîkaya li ser dijminatiya Kurdan mezin dike bi berxwedana Kurdan bê şikandin. Dem hatiye ku Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat bi hevre biqêre. Qedera her çar parçeyan bi hevre girêdayiye, divê li her aliyê welat bikeve eniya berxwedan û têkoşînê. 

Di vê serdemê de têkiliya AKP û PDK’ê hûn çawan dibînin û dinirxînin?

Têkiliyên AKP û PDK’ê ji bo gelên Kurdistanê gelek bi talûke ye. Hinek agahî di destê me de hene. Ez cara ewil dixwazim bi were parve bikim. Di 24’ê Nîsanê de dema êrîş li ser Şengal û Qerçox pêk tê, kurê Mesûd Barzanî, Mensûr Barzanî li Enqerê bû û tê îdiakirin ku kordîneya herêma Şengalê wî bi xwe kiriye. Cih nîşan da û AKP’ê jî bombebaran kir. Îdiaya herî arjeng jî kordîneya cihê pêşmergeyan jî Barzanî kiriye. AKP’ê li ser kordîneya Barzanî li herêma Şengalê bobebaran kiriye. Ji bo ku aloziyê têxin nava hêzên Şengalê de jî cihê pêşmergeyan jî nîşan dane. Siyasetek evqas dirû di dîroka Kurdan de gelek kêm e. Şeva 24’ê Nîsanê Mensûr Barzanî li Enqerê ye û piştî êrîşê jî Nêçîrvan Barzanî tê Enqerê û bi rayedarên AKP’ê re hevdîtina pêk tîne. Bi dehan caran li ser siyaseta yekîtiya neteweyî me weke HDP, PDK hişyar kir û fikrê xwe bi wan re parvekir. Tenê riyek xelas buna Kurdan heye, ew jî riya hevpar ya siyaseta Kurd e. PDK li çar aliyên Kurdistanê jî têkiliya neteweyî belav û lewaz dike. Divê gelê Kurd jî bi tundî vê siyaseta li dijî yekitiya Kurdan rexne bike û li dijî vê yekê derkeve. Di êrîşên li ser Şengal û Rojava de bi dehan Şervanên Azadiyê jiyana xwe ji dest dan û bi dehan sivîl jî birîndar bûn, lê bi ti şêwazê PDK ev êrîş rexne nekir. Çi gotin? Ji ber hêzên PKK’ê li vir in ji bo wê Tirkiyê bombebaran kiriye. Ka ji beriya vê gotinekê ji dagirkerê xwe re beje? Ji derveyî PDK’ê hemû partiyên Kurd yên li Başûr di kêliya destpêkê de ev êrîşê şermezar kirin û Tirkiye hişyar kirin. Divê ti rêxistinê Kurd nebe amûrek ya dagirkeriyê.

Di van rojên dawî de di nava HDP’ê de nêrînên cûda derdikevin û hûn van nêrînan çawan dinirxînin. Gelo helwesta HDP’ê li dijî van nêrînan çiye?

Belê, min pirsa we fêm kir. Hûn ji bo Altan Tan dibêjin. Em sekna Tan rexne dikin. Yê ku têkiliyên navxweyî yên partiyê  herî zêde binpê dike Altan Tan e.Rexne û fikrê wî sedî sed ji derveyî polîtîkayên partiyê pêş dixe. Em ê rexne û hişyarkirinê pêş bixin. Em weke partî nêrîn û nêzîkatiyên wî qebûl nakin. Ev nêzîkatî xizmeta polîtîkayên dagirkeriyê dike. Me got, PDK’ê ji hêza êrîşkar re tiştek ne got, ji hêza mexdor, mezlûm û Kurd re gilî kir û sed hezaran gotin kirin. Ev feraset heman e, ti cudahiya xwe ji hev tineye. Divê her Kurd xwe ji vê nûqtê derxe. Mînak, saetekê tevlî bernameyek Tirkan bû. Ligel hevserokên wî, bi dehan hevalên wî yên wekîl, ji sedî hevşaredar û bi sedan hevalên me yên partiyê girtin e tenê gotinek ji bo wan negot û gotinên xizmeta dagirkeriyê dike bilêv kir. Ev nêzîkatî ne ji gel ne jî partî qebûl nake. Ev polîtîkayek şaş e. Ji xwe tişta dagirker jî dixwaz e ev e.