AKP'ê bîranîna qurbaniyên Qirkirina Dersîmê jî qedexe kir!

Walîtiya Tirk a li Dersîmê, merasîma bîranîna qurbaniyên Qirkirina Dersîmê qedexe kir.

Şêniyên Dersîmê, bi munasebeta salvegera Qirkirina Dersîmê xwestin li Qada Seyîd Riza, kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr bînin. 

Walîtiya Tirk a li Dersîmê destûr neda ku şêniyên Dersîmê kesên di Qirkirina Dersîmê ya salên 1937-38'an hatin kuştin, bibîr bînin. 

Der barê serlêdana ji bo merasîma bîranînê, bi îmzeya Alîkarê Walî Hasan Çîçek ku weke alîkarê qeyûmê weke şaredar hate bicihkirin, bersiv hate dayîn.

Di bersivê de hat gotin, li gorî qanûna bi hejmara 2911 a civîn, meş û xwepêşandanan, hemû çalakî ji ber Rewşa Awate hatiye qedexekirin.

Bi vî awayî destûr ji bîranînê re nehate dayîn.