Agirê Newrozê li Şemzînanê gur bû: Azadî ji Abdullah Ocalan re!

Agirê Newrozê li Şemzînanê bi 3 derbikên niftikê hate vêxistin. Di çalakiyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryardariya têkoşînê hate nîşandan.

Çalakiyên Newrozê yên sala 2023'an li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê destpê kirin. Newroza ku îsal bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" tê pêşwazîkirin, ji ber erdheja li Mereşê diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin.

Heyetên ji Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, endamên TJA'yê, parlamenterên HDP'ê serê sibehê li Rêxistina HDP'ê ya navçeya Şemzînanê li hev kom bûn. Gelek kes jî bi kincên xwe yên gelêrî li avahiya partiyê kom bûn. Jin û ciwan herî zêde tevlî bûn. Di dema daxuyaniya girseyî de dirûşma "Newroz pîroz be", "Jin, jiyan, Azadî" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin qîrîn.

'EM Ê VÊ REJÎMÊ TÊK BIBIN'

Parlamenterê HDP'ê Saît Dede destpêkê axivî û diyar kir ku ew Newroza îsal di bin bandora giran a felaketa erdhejê pêşwazî dikin û got, "Ji ber desthilatdariya zordar, erdhej bû sedema êşên giran. Sedema herî mezin a mirina ewqas mirovan ev desthilatdariya despotîk û zordar e. Lewma Newroza îsal hîn bêhtir bi wate ye. Bidawîkirina êşan hemûyan bi Newrozan dibe. Newroz li dijî vê zordariyê, berxwedan e. Weke şopdarên Kawayan me ti carî serî li ber zilmê netewand. Em ê vê rejîma dîktator têk bibin. Çawa ku Kawa Dehaq têk bir, em ê jî vê rejîmê têk bibin."

'EM Ê LI HER DERÊ AGIR GUR BIKIN'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî bi bîr xist ku wê Newroza îsal bi stran, tilîlî, bi coş û govendê pîroz nekin û got, "Lê belê em ê li gorî ruhê berxwedan û serhildanê yê Newrozê bi peyamên meşa ber bi azadiyê ve Newrozê pêşwazî bikin. Lewma em ji vê derê ji Şemzînanê çalakiyên Newrozê didin destpêkirin."

Salîha Aydenîz got, "Ji bo azadiyê, ji bo têkoşînê, ji bo yekîtiyê, ji bo rojên demokratîk û paşerojê em ê agirê Newrozê li her derê gur bikin."

Aydenîz diyar kir ku wê têkoşînê bigihînin asta herî bilind û got, "Bêguman weke Kurd û gelên herêmê em ê di 14'ê Gulanê de nuqteya dawî daynin. Jin û Kurd wê di 14'ê Gulanê de nuqteya dawî daynin. Li dijî Dehaqên vê serdemê em ê yekîtiyê xurt bikin û nuqteya dawî di 14'ê Gulanê de daynin."

'DIVÊ NE TENÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE; DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE'

Salîha Aydenîz bi dewamî anî ziman ku desthilatdariya heyî xwe ji polîtîkaya tecrîdê xwedî dike û got, "Baweriya Birêz Abdullah Ocalan a bi demokrasî û aştiya bi rûmet bêdawî ye. Divê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan êdî misoger bibe. Ne tenê tecrîd bê rakirin. Ji vê yekê her yekî ji me serlêdan kir. Heta ku azad bibe em ê li her qadê têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku li hemberî vê krîzê perspektîfên çareseriyê yên Birêz Ocalan hene. Em heta dawiyê ji vê perspektîfê bawer dikin. Em heta dawiyê ji Rêberê Gelê Kurd baawer dikin. Em ji Şemzînanê radigihînin ku em ê têkoşînê li her qadê belav bikin."

Heverokê KCD'ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku divê yekîtiya Kurdan bê pêkanîn û got, "Kurd divê li ser esasên demokratîk bibin yek. Newroza îsal wê bibe wesîle ji azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re. Dehaq dîsa li ber têkçûnê ye."

AGIRÊ NEWROZÊ HATE DADAN

Piştî axaftinan agirê Newrozê bi rengê sembolîk bi 3 derbikên niftikê hate dadan.

Mazlûm Dogan li Zindaha Hejmara 5'an a Amedê li dijî kiryarên derveyî mirovahiyê di 21'ê Adara 1982'an de bi sê derbikên niftikê bedena xwe dabû ber agir.

Piştî ku agirê Newrozê hate dadan, girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriya.