Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), têkildarî rapora HRW’ê daxuyaniyeke nivîskî da. Fermandariyê di daxuyaniya xwe de got: "22’ê Kanûnê di hin organên çapemeniyê de nûçeyeke ku xwe dispêre rapora Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan (HRW), ku dihate gotin, HPG mirovên ku bi emrê xwe hê zarok in weke şervan di nav xwe de vedihewîne, bi taybetî jî zarokên Êzîdî yên li Şengalê ji bo perwerdehiyê dibe Qendîlê û li vir wan ji balafirên Tirk re dike hedef. Beriya her titşî em dixwazin diyar bikin, ji ber ku rêxistina mafên mirovan a weke HRW’ê ji senoryayeke wiha re - ti têkiliya xwe bi rastiyê re nîn e, bûye lîstik, em xemgîn bûne."
LI NAV REFÊN ME TI KESEKÎ KU TEMENÊ WAN DI BIN 16’AN DE NÎN IN
Fermandariya Biryargeha Navendî bal kişande ser van hêmanan:
"3'ê Tebaxa 2014’an dema ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalê sepanîna jenosîdê hate sazkarkirin, hêzên me yên HPG’ê hemû rîsk anîne ber çavan, li Şengalê destwerden li komkujiyê kiriye, Şengal û gelê me yê wir ji komkujiyeke mezin rizgar kiriye, tişta ku dewletê jî nekarî bike; bi operasyoneke mezin a rizgarkirinê 150 hezar mirovên me yên Êzîdî ji Şengalê derxistiye û bi ewlekarî veguhaztiye Rojava. HPG ku xwe weke hêzeke wiha ku parastina gelê Kurdistanê ji her cure êrîşan peywirdar dibîne, pêkanîna vê peywira mirovî û sincî, ji mîsyona me tê.
Lê gelek hêz û derdor, ji vê serkeftina mezin a HPG’ê, ku starta têkçûna DAIŞ’ê dayî aciz bûne. Bi mebesta ku îmaja erênî ya HPG’ê û tevgera me ya ku li Kurdistanê û raya giştî ya dinyayê ava bûyî, reş û tarî bikin, ji hêla me ve tespîta wê hatiye kirin ku nûçeyên ku ti têkiliya xwe bi rastiyan re nîn in, li hev anîne, honane, ku raya giştî jî çavdêriya vê dike. Di heman demê de, ev derdor, bi mebesta ku HPG ji qada Şengalê û Başûrê Kurdistanê were derxistin, zextan dikin û bi senaryoyên ku li hev tînin, li dijî tevgera me û hêza wê ya parastinê HPG’ê xebatên tarîkirinê bi rê ve dibin. Rawêja li hev anînê ya ku dibêje di nav refên HPG’ê de ciwanên di temenên zarokan de hene jî, parçeyek ji vê senaryoyê ne.
Me weke HPG’ê, 2013’an taehhuta Têkildarî Parastina Zarokan a ji Şerê Çekdarî û Bandora Wê ya bi Banga Cinêvê îmze kiriye. Car caran, bêyî vîna me, heka ciwanên di temenên zarokan de tevlî nav refên me bûbin, tevgera me li ser vê rawestiyaye û ji bo pêdiviyên li gorî peymana ku îmze kiriye, bûye xwedî kêferatekê. Li nav refên me ti şervanên ku temenê wan di bin 16’an de ne, nîn in. Ciwanên ku ji zext û zordariya dewleta Tirk reviyane û ji neçarî tevlî nav refên me bûne ku temenê wan di navbera 16-17’an de jî, ji hêla tevgera me ve ew nakevin nav şer, li qadên li derveyî şer, têne perwerdekirin.
EM LI GORÎ PEYMANÊN KU ME HÊZÊN NETEWÎ RE DANÎNE, DIÇIN
Fermandarî diyar dike ku di serî de Banga Cinêvê, ew herf bi herf li gorî wan peymanan diçin ku wan bi hêzên navnetewî re danîne û bi berdewamî: "Banga Cinêvê têkildarî mijarê, li kampên me lêkolînên xwe kirine. Em weke HPG’ê, di serî de HRW, careke dî em diyar dikin em ji venêrana hemû hêzên navnetewî re vekirî ne. Weke ku di rapora HRW’ê hatiye diyarkirin, nameyeke ku ji bo me hatiye nivîsîn hê neketiye destê HPG’ê. Lê, li gel vê jî, wekî ku HRW’ê têkildarî mijarê li Başûrê Kurdistanê lêkolîn kiriye û rapor amade kiriye, diviya bihatana kampên me jî rasterast tespîtên xwe bikirana. Nekirina vê, li şûna vê, li Şengalê, bi çûyina kampa YBŞ’ê û bi hazirkirina raporê di bin zenê de hiştina tevgera me, ji hêla rêxistineke navnetewî ku diviya bêlîbûna xwe biparastana, bêsiûdiyek e. YBŞ di pêvajoya parastina gelê Êzîdî de derketiye holê û ti têkiliyeke wan a organîk bi me re nîn e. Ji bo vê jî, ji kirinên xwe ew berpirsyar in. Em weke PKK û HPG’ê ku di nav sîstema xwe de, li normên navnetewî baldar in, em pêşniyar dikin ku rêxistinên dost jî li normên navneteweyî baldar bin lê ji kirinên van rêxistinan berpirsyar ne em in."
LI DIJÎ ETÎKÊ YE KU TELEVÎZYONA K24 KARÊ REŞKIRINÊ DIKE
Daxuyaniya Fermandariya Navenda Parastina Gel wiha diqede:
"Dîsa Televizyona K24 ku xwe weke organeke weşanê ya Kurdistanî dibîne, bêyî ku têkildarî mijarê li fikrên me bipirse, bi berfirehî cihdayina vê propagandaya derew û belavkirina wê, li dijî tevgera me bi yek alî reşkirin, bi gotina herî sivik, ji hêla rêgezên çapemenî û weşanê ve rewşeke li derveyî etîkê ye.
Wekî encam; agahiyên ku dibêjin ku tevgera me ji Başûr û Şegalê zarokan tevlî nav refên xwe dike, bi temamî derew in, berevajîkirin in û ti têkiliya xwe bi rastiyan re nîn in. Carcaran hin ciwan tevlî nav refên me bibin jî, rewşên bi vî awayî li gorî prosedurên navnetewî têne birêvebirin. Û di vê mijarê de tevgera me, di her şert û mercî de teahhut dike ku girêdayî rêgezên xwe û yasayên navnetewî ye."