Agahî ji 3 kolberên li Şemzînanê winda bûn, nîne

Ji 3 kolberên ku ji Rojhilat hatin sînorê Şemzînanê, lê winda bûn, 5 roj in agahî nayê girtin.

3 kolberên Kurd ku ji navçeya Mirgeverê ya bajarê Ûrmiyê derbasî herêma Şepeta Gerdî ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dibûn, ji ber bahozê winda bûn. 5 roj in agahî ji 3 kolberên Kurd nayê girtin.

Li gorî agahiyan kolber Barzan Mîhendî, Eshed Seydanîferd û Behlûl Seydanîferd li Geliyê Bênarê winda bûn. Ji ber mij û berfê, şêniyên herêmê nikarin xwe bigihînin Geliyê Bênarê. Bi rawestîna berfê re wê karê lêgerînê ji nû ve dest pê bikin.