Ûveyş a ji Amarayê

Hûnê şahidiyê ji wê biyografiyê re bikin ku hêza hezkirin afirandiye çawa vediguhere hêrseke mezin...

Pirtûka 'Amara' ya M. Saît Uçlu ku ji Weşanên Meymanê derket, pirtûkeke hêjayî xwendinê ye. Ji pirtûkekê wêdetir destanek e, çîrokeke ku hûn ê bixwazin bikevin hundirê wê. Vegotina gelek çîrok û bedewiyan mijareke cuda ye, lê belê divê mirov jin a Ûveyş ji Amara ya M. Saît Uçlu guhdarî bikin...

Meha Nîsanê ew meh e ku kurê pîroz Rêber Apo ji dayik bû û dayika pîroz Ûveyş a ku ew anî dinyayê wefat kir. Gelo rasthatineke? Na. Dibe ku ev hejmar, pîvandina demê li gerdûna me zêde wateyeke xwe nîne. Dibe ku xwedî pîvaneke hîn ziravtir e û wateya xwe mezintir e; Dayika Ûveyş a ku dema kurê xwe diyarî dinyayê kir xwe ji jiyanê vekişand.

Em Dayika Ûveyş weke yekan tûj, têkoşer û bi hêrs dinasin. Li vê yekê, bîranîna daxwaza qumaşekî zêde dibe ku ji kurê xwe xwest. Ew qumaşê ku ji wê dayikê re nehate kirîn, weke qumaşekî ku kesî dest nedaye li dezgehên hemû deman disekine. Timî li wir e, timî li benda destdan û temamkirinê ye. Dayik zarokan diafirînin, lê belê dayik nikarin civakeke azad a ku zarokên wan lê bijîn biafirînin.

Rêber Apo qumaşê dayikên din, demên din dineqişand. Êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî malbata Rêber Apo, koçberkirin, zexta hiştina li derveyî civakê û zordariya bi rêbazên faşîst li ser milê Dayika Ûveyş bûn. Êş, nexweşî, zor û zehmetiyên mezin li ser milê wê bûn ku dema ji gundê xwe dûr bû.

Piştî ku çavên xwe li jiyanê girt, me hingî dilop bi dilop Dayika Ûveyş nas kir, ew fêhm kir. Bandora wê ya li ser kurê wê ku bi xurtî li pêşberî jiyanê radixweste, têkoşeriya wê, biryardariya wê ya mîna gihayê zozanan li pêşberî jiyanê dikare bê texmînkirin. Ûveyşeke ku bi zor û zehmetiyên mezin xwe li jiyanê girtiye û di 4'ê Nîsanê de ji tecrûbeya mezin a afirandina rêberekî derbas bûye.

Gelek aliyên bedew ên pirtûka 'Amara' ya M. Saît Uçlu hene. Bi coşa destanê, mîna çîrokekê hîndekar e. Gelek aliyên bedew ên vê pirtûkê hene û yek ji aliyên xwe yê bedew jî ew e ku jin a Ûveyş ji zarokatiyê dinirxîne û qala serpêhatiya jiyana wê ya heta 4'ê Nîsanê dike.