Şervanên QSD'ê Hey Ewwel rizgar kirin

Şervanên QSD’ê li Tebqaya Nû taxa Hey Ewwel xistin bin kontrolê û ketin navbera sê taxên li vê herêmê û bendava Firatê.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê, di roja 48'an de li dorhêla bajêr dewam dike.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şevê din giraniya xwe dan taxa Hey Ewwel a nêzîkî bendavê. Heta ber destê sibehê li vê derê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran qewimî. Di encama şer de şervanên QSD'ê her 3 taxên Tebqa Nû û bendav ji hev qut kirin û paşê taxa yekem (Hey Ewwel) xistin bin kontrolê.

Di şer de gelek çete hatin kuştin. Termê çeteyekî tevî kalaşnîkofek û rextekî li herêma di kontrola şervanan de ye, ma.

Şervanan li taxa Yekem (Hey Ewwel) dest bi operasyona lêgerînê kirin û taxê ji mayînan paqij dikin.

Şer li Hey Tanî û Salis (taxên Sêyem û Duyem) didome.