Şêniyên devera Zînî Wertê ji PDK’ê re gotin: Em we naxwazin

Ji welatiyên gundên navçeya Wertê, Dola Reqe, Dola Şawrê, Dola Pilingan û şêniyên devera Raperîn ber bi Zînî Wertê ve çûn û bi awayekî eşkere ji hêzên PDK’ê re ragihandin ku “Em we li vir naxwazin.”

Ji nûnerê gundên devera Wertê, Dola Reqe, Dola Pilingan û devera Raperînê îro piştî danê nîvro li mizgefta gundê Dareben, li dola Şawrê civînek berfireh lidarxistin. Li ser bicihkirina hêzên PDK’ê yên li Zînî Wertê nîqaş kirin û gihiştin wê encamê ku hebûna hêzên PDK’ê ya li navçeyê dibe sedemê çavkaniya pirsgirêkan. Diyar kirin ku divê PDK ji navçeyê vekişin.

Nûnerê şêniyên navçeyê li gel berpirsê hêzên PDK’ê kom bûn. Mihemed Hacî Mela ku kesayetekî naskirî yê deverê ye, li ser navê hemû welatiyên deverê daxwaznameyek fermî pêşkêşî berpirsê hêzên PDK’ê kir, her wiha tê de qala daxwazên şêniyên deverê kir.

Di heman demê de Mihemed Hacî Mela bi zimanekî zelal û eşkere ji berpirsê PDK’ê re da diyarkirin û got: “Ji navçeyên me herin, ji bo deverên me nebine çavkaniya pirsgirêkan, em jiyana asayî ji bo şêniyên navçeyên xwe dixwazin, li vir ji ber hebûna we navçe bûye cihê metirsiyê.”

Piştî welatiyên navçeyê daxwazên xwe radestî berpirsê hêzên PDK’ê kirin, dema vegeriyan ji çapemeniyê re jî axivîn.

Mihemed got ku, “Me daxwazên xwe radest kir. Em hêvîdar in ku di demek zûde ji wan navçeyan biçin û rewş asayî bibe. Eger di demek zû de bersiva me nedin emê di demên bê de çalakiyên girseyî li dar bixin. Her wiha emê konan li beramberî hêzên PDK’ê vedin, heta ku ev hêz ji vir biçin em ê têkevin grevên birçîbûnê.”