Şaredariya Erdîşê bûye şîrketa malbatên AKP'ê!

Piştî ku qeyûm anîn ser Şaredariya Erdîşê AKP’yiyan şaredarî kirin şîrketa malbatê. Li şûna karkerên ku ji kar hatin derxistin ji AKP’yiyan, ji heman malbatê gelek kes kirin kar.

Li Erdîşê ya Wanê piştî ku qeyûm anîn ser Şaredariyê AKP’yiyan şaredarî kirin şîrketa malbatê. Qeyûm pêşî navê kuçe û kolanan guherand. Navê dê û bavê Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê yê AKP’yî Fatîh Çiftçî li kuçe û kolanan kirin. Qeyûmê her wiha îhaleyên şaredariyê dane AKP’yiyan. Qeyûmê her wiha li şûna karkerên ku ji kar hatin derxistin ji heman malbatên AKP’yî gelek kes kirin şaredariyê.

ŞAREDARÎ DEWRÎ MALBATAN KIRIN

Alîhan Izgî yê AKP’yî anîn ser Midûriyeta Karê Fenê, hevjîna wî Tugba Izgî anîn ser Maseya Spî ya Şaredariyê.  Her wiha gelek kesên bi navê Şahîn Işıkçelebî, keça wî Gulşah jî kirin kar. Midûrê taybet ê qeyûmê Fehmî Karadag ji heman malbatê  4 kes kirin kar û her yekê 13 hezar tl meaş didine wan. Birayê Emîn Karanlik ku berê navê wî tevlî gendeliyê bûbû, Cemal Karanlik jî kirin nûnerê sendîkayê yê şaredariyê.

Her wiha wesayitên şaredariyê jî kirine wesayitên şexsî û ketine bin xizmeta AKP’ê.

Projeyên ku Şaredarên DPB’ê Dîba Keskîn û Abdurrahman Çagan çêkirin ji hêla qeyûm ve têne çêkirin û weke ku projeyên qeyûm  bin bi kar tînin.

LÊÇÛNÊN EMNIYET Û JANDARMA QEYÛM DIDE

Tê gotin lêçûnên emniyetê û jandarma ji hêla şaredariyê ve têne dabînkirin û meaşê gelek kesên li Baskên Ciwanan ên Erdîşê Ya AKP’ê û Komleya Ocaxên Osmanî jî şaredarî dide.

17 MILYON TL DI DEMEK KURT DE XILAS KIRIN

Rêveberiya DBP’ê di qaseyê de 6 milyon TL hiştibû û her wiha Wezareta Navxweyî jî 11 milyon TL dane qeyûmê lê pere di demeke kurt de xilas kirin.

 ‘AŞTÎ’ HILWEŞANDIN

Qeyûmê tabêlayên ku navê parka ‘Aştî’yê li ser wan bû rakir û her wiha bîrdariya Aştiyê ya ku li ser wê Beyannameya Mafê Mirovan a Gerdûnî li ser nivîsîbû rakir.