Şahida Terteleyê qala barbariya dewleta Tirk kir

Şahida Terteleya Dersîmê Hediye Ozel, ku bi çavên xwe barbariya dewleta Tirk dît, qala Terteleyê kir.

Biryara Desteya Wezîran a Tirk a 4'ê Gulana 1937'an, destpêka Terteleya Dersîmê ye, ku li Qirkirina Kurdan a di salên 1920'î de dest pê kir, hat zêdekirin. Ev biryar belgeya fermî ya Qirkirina Dersîmê ye. Ev 80 sal in ne Tertele qediya ne jî berxwedana li dijî wê.

Hediye Ozel, di sala 1928'an de li navçeya Xozad a Dersîmê ji dayik bû. Di dema Qirkirina Dersîmê (Tertele) de bavê wê û gelek xizmên wê hatin qetilkirin. Ew bi xwe ji Terteleyê rizgar bû. Hediye Ozel ku bi çavên xwe trajediya qirkirinê û barbariya dewleta Tirk dît, qala wê demê kir: