Îranê bi balafirên bêmirov bombe li Başûrê Kurdistanê barand

Dewleta Îranê bombe li herêmên Bradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê barand.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, balafirên bêmirov ên biçek ên Îranê, li gorî dema herêmê saet di 06:30'î de bombe li baregeha leşkerî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (KDP-Î) barand.

Hate ragihandin ku êriş li herêma Balekayetî û qada Berbizina ya Bradostê pêk hat.

Di heman demê de gundên Dêge û Şêrkaweyan ên navçeya Simêlan a Çomanê jî ji aliyê Îranê ve hate bombekirin. Hate ragihandin ku ji ber êrişê tiştek bi kesî nehatiye, lê xisara madî li herêmê bûye.

Îranê herî dawî beriya pênc salan li vê herêmê bi balafirên bêmirov ên biçek êriş kiribû.