'Îran û Tirkiye xizmên hev ên îdolojîk in'

Rojnamevan Arash Shoa Shargh ê weke penaber li Wanê dijî diyar kir ku ji bo gendeliyên li Îranê kirin nûçe cezayê qemçiyan lê hatiye birîn û da xuyakirin ku di nava du salan de li Îranê zêdetirî 100 rojnamevan hatine qetilkirin û windakirin.

Rojnamevan Arash Shoa Shargh (26) ê eslê xwe ji Îranê ku ji ber xebatên rojnamevaniyê ji Îranî koç kir, niha li Wanê weke penaber dijî. Shargh ji ber nerêlitî û gendeliyên hikûmeta Îranê bi nûçeyan eşkere kiriye, rastî cezayê qemçiyan hatiye û neçar maye axa xwe biterikîne.

'LI ÎRANÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ TINE YE'

Rojnamevan Shargh diyar kir ku di sala 1991'an de li Gîlanê dayîk bûye û wiha qala jiyana xwe kir: "Dibistana Navîn, amedeyî û Zanîngeh beşê ragihandinê min li Gîlanê xwend. Ji temenê xwe yê 20 salî û vir de ez karê rojnamevaniyê dikim. Ez demeke dirêj li Rojnameya Gîlanê xebitim û ji ber xebatên rojnamevaniyê rastî cezayê qemçî û 3 meh cezayê girtîgehê hatim. Li Îranê azadiya çapemeniyê tine ye. Ji ber ku min pêkanînên xerab ên dewletê kirin nûçe ez rastî ceza hatim. Rejîma îranê her dem mafê zarokan û jinan binpê dike. Îran bi rejîma dîktatoriyê tê rê ve birin. Rejîma Îranê li dijî zimanê kêmar cudakariyê dike. Li mirovên xwe êşkenceyê dike û jiyan li Îranê dojehe."

'ROJNAMEVAN DI NAVA ŞERTÊN XERAB DE DIJÎN'

Shargh anî ziman ku ji ber binpêkirina mafan ji cîhanê re ragihandine 3 rojnamevan bê darizandin hatine girtin û wiha got: "Li Îranê yên di nava şertên herî xerab de dijîn rojnamevan in. Di rojên dawî de 3 rojnamevan bê ku bên darizandin avêtin girtîgehê. Di nava 2 salan de 10 rojnamevan rastî cezayê qemçiyan hatin. Li gorî hejmara fermî 26 rojnamevan di girtîhê de ne û zêdetirî 100 rojnamevan jî hatine windakirin û qetilkirin. Ji bo ku min gendeliyên li Îranê kirin nûçe cezayê 47 qemçiyan û 3 meh cezayê girtîgehê li min hate birîn. Her wiha rejîma Îranê dest li ser mal û milk û têkiliyên aborî danîn."

'LI TIRKIYE Û ÎRANÊ DERBIRÎNA RAMANÊ NÎN E'

Shargh da xuyakirin ku li Tirkiye û Îranê tiştên dermirovane tên serê rojnamevanan û ev tişt got: "Li Tirkiye û Îranê mafê azadiya çapemeniyê û derbirînê qet nîn e. Li welatê me rejîma dîktatoriyê ya giran heye û li Tirkiyeyê jî heman tişt di dewrê deye. Em nikarin zilma li ser me ji raya giştî ya cîhanê re vebêjin. Li Îranê şertên herî xirab rojnamevan dijîn. Dema ku li Îranê bûm, min rojeva Tirkiyeyê ji nêz ve dişopand û her roj agahiyên xeternak yên rojnamevanan dihatin. Bi sedan rojname, tv, kovar û radyo hatin girtin. Tirkiye û Îran di aliyê îdolojîk de xizmên hev in û li dijî ramanên azadin."

'GEFÊN DERSÎNOR KIRINÊ'

Shargh anî ziman ku ji ber ti derfetên wan tinebûn ew hatine Tirkiyeyê û wiha got: "Dema em hatin Tirkiyeyê jî li Midûriyeta Polîsan a Biyaniyan gotin, çi dibe bila bibe hûnê di aliyê xerabiyê de der barê Tirkiye û Îranê de ne axivin. Eger hûn baxivin em ê we dersînor bikin û tişta bê serê we hûn dizanîn."