Parlementera Şirnexê Îmîr: Divê gelê me şewbê cidî bigire

Parlemetera HDP’ê Nûran Îmîr anî ziman ku desthilata AKP’ê dixwaz sûdê ji şebê bigre û got: “Em tevî her tiştî li vir bang li gelê xwe dikin; şewbê cidî bigirin, ji bo jiyana xwe pêşniyarên tên kirin bi teqez bi cih bînin. “

Parlemetera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr li ser şewba Korona û tedbîrên li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Îmîr diyar kir ku ev nêzî mehek û nîve li Tirkiyeyê şewba Koronayê derketiye û li gorî daneyên fermî her rojê nêzî 4 hezar kes bi şewbê dikeve û li ser 100 kesî re jî kes dimirin. Îmîr wiha domand: “Gelek çavkaniyên muxalîf radigihînin ku daneyên tên parvekirin ne rastin û li gorî wan daneyên zêdetir kes dimirin û bi şewbê dikevin. Di nava mehek û nîvê de nêzî 2 hezar û 500 kes mirine.

Îmîr anî ziman ku rewş cidî ye û got: “Hema bêje li her derê kes bi şewbê ketine û lez jî belav dibe.Dema em li vê tabloyê dinêrin, zêdetirî 100 hezar kes bi şebê ketine.”

‘LI ŞIRNEXÊ NEXWEŞXANEYA KU TESTÊ BIKE TINE’

Îmîr têkildarî şewba Koronayê ya li Bakurê Kurdistan û bi taybet li Şirnexê jî ev nirxandin kir: “Di halê hazir de encamên tedbîrên hatine girtin, tê girtin, lê bi taybet test nayên kirin. Nimûne li Şirnexê li ti nexwexaneyekê test nayê kirin. Cihê herî nêz ku test tê kirin, Amed e. Li gorî daneyê fermî û yên dawî tê îdîakirin ku 56 kes bi şewbê ketine û 1 hezar û 200 kes jî di karantînayê de ne; lê ji ber ku têkildarî vê daxuyaniyek fermî nayê kirin, gelê me yên Şirnexê weke ku li Şirnexê vîrûs nîne tevger dikin. Ev jî dibe sedemê ku hê zêdetir şewb belav bibe.

‘AKP LI PEY HESABÊN SIYASÎ YE’

Îmîr desthilata AKP’ê mîna di mijarên din de di vê mijarê de jî her tîne ziman ku her tişt- di bin kontrola wê de ye û ev got: “Çawa bi kerî wan tê wisa tev digerin. Em bi şewbekî wisa re rû bi rû ne jiyana mirovn di bin xeteriy êde ye, lê hê jî desthilat li pey hesabên siyasî ne, hemû sazî, partiyên siyasî, şaredarî û dezgehên ne girêdayî wan ên alîkariyê belav dikin asteng dikin. Nayê zanîn bê ka çawa û di çi astê de alî alîkarî dide.”

‘HER BÛYERÊ DIKE FERSEN’

Parlemetera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bal kişand ku AKP gelek karesatên tên jiyîn ji bo desthilata xwe bikar tîne û wiha pêde çû: “Karesatên xwezayî yên demê AKP’ê de hatin jiyîn, dîsa hewldana darbeyê, bombeyên ku DAÎŞ’ê teqandî, dîsa şerê Sûriyeyê û bûyerên mîna vê weke lutuf dît û ji bo desthilata xwe bidomîne, her bûyer vegerandiye fersendê.Piştî her bûyerê bi gotina me dengê xwe zêde kir, derketin pêş. Ev rûhê rejîma faşîst a AKP’ê û desthilatên mîna AKP’ê ne.; nimûne niha dinê tev bi şewba Covîd-19 re rû bi rû ne, bê ku armancên siyasî li ber çavan bê girtin, her kes ji bo jiyana mirovî, têkoşînê dike. Niha jî AKP ketiye pey çawa ji vê fersendê bigire.”

‘AKP MIROVAN TERKÎ MIRINÊ DIKE’

Îmîr anî ziman ku cîhan ji bo jiyana mirovan biparêze ketiye nava hewldanan, lê AKP bi qanûna înfazê ya derxistî, mirov terkî mirinê dike û got: “Rejma Qesrê ji sala 2015’ê û vir ve bi qedexeyên derketina derve, rakirina destlênedana parlemeteran, tayînkirina qeyûman, Rewşa Awarte û bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (BHQ) û dîsa bi qanûna înfazê ya herî dawî re; bêedaletî bi sazî kir. Ev hişmendiya faşîzan a bi sazî bûye, şewba ku jiyana mirovan tehdîd dike ketiye derdê bê ka wê çava vegerîne fersendê. Çawa ku bi polîtîkayên şer ên di demê desthilata AKP’ê de bû sedema mirina bi hezaran kesî ne di xema wan de bû, niha jî ji bo desthilata xwe ya bi polîtîkayên şer mayînde bike, eynî hişmendî ye.”

Herî dawî Îmîr ev got: “Mixabin AKP û desthilatên mîna şewb vegerandiye fersendê. Em tevî her tiştî li vir bang li gelê xwe dikin; şewbê cidî bigirin, ji bo jiyana xwe pêşniyarên tên kirin bi teqez bi cih bînin. Divê desthilata AKP’ê dev ji cihêkariya siyasî berde, guh bide pirsgirêkên gel û cidî nêzî şewbê bibe.”a