Îmera Fera Yeşîlgoz: Li dijî Dehaqan em dest bi têkoşînê bikin

Ji Fermandariya HBDH-DKP/BOG Îmera Fera Yeşîlgoz: Bi ruhê xeta çalakiya fedaî ya hevrêyên me Sara û Rûken em dest bi têkoşîna li dijî Dehaqan bikin.

Ji fermandariya HBDH-DKP/BOG'ê Îmera Fera Yeşîlgoz têkildarî Newrozê axivî.

Yeşîlgoz got, "Cejna Newrozê ya 2023'an di serî de li gelê Kurd li hemû gelên bindest pîroz dikim. Em agirê Newrozê bi agirê li bedena pêşengên me yên şoreşger Mazlûm Dogan, Rahşan Demîrelan pêşwazî dikin. Di vê roja dîrokî û bi wate de baweriya me ya bi serketinê mezintir dibe."

Îmera Fera Yeşîlgoz diyar kir ku bi berxwedana jinan agirê azadiyê li tevahiya cîhanê belav bûye û got, "Qîrîna azadiyê ya jin a Kurd Jîna Emînî ku li Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyê hate qetilkirin, veguherî têkoşîna azadiyê ya civakî. Pêla azadiyê ya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku bi porê Jîna Emînî li ba ket, di serî de li Kurdistanê ji bo jinan a li tevahiya cîhanê bûye agirê têkoşîna azadiyê. Ev agirê azadiyê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bo hemû bindestan û jinan hêvî ye. Em berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' ji berxwedana azadiyê ya girê Newrozê cuda nabînin. Banga me li gelan ew e ku li nava refên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan hêzê bidin têkoşîna şoreşê, bi ruhê xeta çalakiya fedaî ya hevrêyên me Sara û Rûken li dijî Dehaqan dest bi têkoşînê bikin. Em careke din cejna Newrozê li gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz dikin."