Êşkence û xiyaneta li zindanên PDK'ê

Êsîrekî di destê PDK'ê de ye, qala êşkenceya li zindanên Barzaniyan kir: Dîlgirtî li hucreyên tarî têne ragirtin. Bi temamî têne tecrîdkirin, wan derdixînin pêşberî rayedarên Tirk û bi vî rengî zext li wan têne kirin.

Girtiyekî ku ji ber ewlehiyê em nikarin navê wî eşkere bikin, şert û mercên li zindanên PDK’yê bi nameyekê vegot. Girtiyê navborî qederê 2 sal û 5 meh in li girtîgeheke PKD'ê tê ragirtin. Li gorî agahiyên girtî parve kir, di nava şert û mercên pir giran de têne girtin û tu derfeta tedawiyê nayê dayîn. Her wiha girtiyan derdixînin pêşberî rayedarên Konsolosxaneya Tirk û zexta radestkirina ji Tirkiyeyê re li wan tê kirin.

Girtiyê ku nameya xwe bi rê û rêbazekê gihand derve, bi giştî der barê şert û mercên 10 kesên girtî agahî da. Li gorî agahiyên di nameyê de hatin parvekirin, 8 kes li Duhokê di bin şert û mercên gelekî giran de ne. Bi gotina wî, "Di bin muamele û şert û merceke wisa de ne ku ev yek li ajalan jî nayên kirin."

Yek ji wan girtiyan dema ku cara yekem hatibû girtin li gel ku 6 meh ceza lê hate birîn û cezayê xwe kişand jî piştre ji dosyeyek din 8 meh ceza lê hate birîn û li girtîgehê tê girtin.

Girtiyekî din ku ev 5 sal in tê girtin, di hucreyeke 2 metrekareyê de ye, roj û havînan zêde germ, zivistanan jî zêde sar e.

Ji bo vî girtiyê ku tu derfeta tedawî û ragihandinê nadin wî têgehên “bi temamî li hêviya şehadeta wî ne” tên bikaranîn. 

Her wiha hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya girtiyê ku behsa wî tê kirin û kesekî din jî gelekî xerab e.

Li gorî agahiyên di nameyê de, di demên dawî de hin girtî şandin cihên ku endamên DAÎŞ'ê lê dimînin.

“Êşkence û şerê derûnî ku di asayîş û girtîgehên veşartî de bi kar tînin kopiyeke Komara Tirkiyeyê ya salên 80 û 90’î ye. Ne gengaz e ku mirov fêm neke û nebîne ku teknîk û rêbazên wan ne yek in."

Di nameyê de der barê serdanên rayedarên Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê de jî agahî hatin dayîn.

Girtî diyar kir ku bi taybetî piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirk Hakan Fîdan destûr hatiye dayîn ku rayedarên Konsolosxaneya Tirk bi wan re hevdîtinê pêk bînin û girtî di hevdîtinê de pêşniyarên wan red kirine.