Çewlik: Ji operasyoneke gengaz wê Barzanî berpirsyar be

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Zozan Çewlik bal kişand ser bûyera ku 4'ê Mijdarê qewimî û got: "Ji her operasyona ku ji niha û pê ve li dijî qadên gerîla bên kirin wê Mesûd Barzanî berpirsyar be."

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Zozan Çewlik têkildarî operasyona hêzên PDK'ê ya li ser qadên gerîla ya 4'ê Mijdarê ji ANF'ê re axivî.

Zozan Çewlik diyar kir ku têkildarî mijarê ev dmeke rayedarênHikumeta Herêmê daxuyaniyan didin, operasyona ku li dijî qadên gerîla hate kirin berevajî dikin û got: "Em dixwazin li ser şêweyê rûdana vê bûyerê, helwesta xwe û helwesta xwe ya ji niha û pê ve raya giştî agahdar bikin."

HÊZÊN OPERASYONÊ JI DU BASKAN VE KETIN NAVA TEVGERÊ

Têkildarî rûdana bûyerê wiha domand: "4'ê Mijdarê danê nîvro saet di 11:00 de li hemberî çiyayê Garê yê li herêma Çemankê ya Duhokê hêzên operasyonê yên PDK'ê ji du baskan ve ketin nava liv û tevgerê. Baskê destpêkê ji xeta Çêmankê berê xwe da çiyayê Garê, baskê duyemîn jî ji xeta Ertûşê ku weke Geliyê Qiyametê û Tepê Aslan jî tê naskirin kete nava liv û tevgerê."

Zozan Çewlik bi bîr xist ku gelê herêmê jî hêzên PDK'ê jî zanin ku ew herêm qada gerîla ye, lê tevî vê yekê jî ketin nava liv û tevgerê û got: "Di vê mijarê de PKK'ê sûcdar dikin, Lê belê rastî ne bi vî rengî ye. Ya ku berê xwe da nuqteya gerîla hêza operasyonê bû. Hêzên me yên li herêmê destpêkê hişyar dikin. Li dijî vê hêza operasyonê ya ku ji du baskan ve berê xwe da qadên gerîla hêzên me bi xwînsarî tevdigere. Em bi rastî jî naxwazin şerekî navxweyî rû bide, naxwazin bi pêşmerge re şer bikin. Ji bo vê jî di nava hêzên me yên parastinê de, di nava hêzên gerîla hemûyan de hesasiyeteke mezin heye. Gerîlayek li wê herêmê têkiliyê bi wê hêza operasyonê ya ku gihîşt nuqteya gerîla datîne û tevî ku hişyar dike jî hêza operasyonê bi pêş ve diçe û xwe digihîne heta nava nuqteyên gerîla.

4-5 DEQEYAN DEWAM KIR

Ji ber vê yekê jî hêzên gerîla neçar dimînin xwe biparêzin. Ev temas jî 4-5 deqeyan dewam kir. Ji ber ku ketin qadên gerîla mayina ku berê ji bo parastinê li herêmê hatibû bicihkirin bi hêza ku bi pêş ve çû teqiya. Ji bo ev temasa 4-5 deqeyan dewam kir veneguhere şer Biryargeha Navendî kete dewrê û ferman da hêzên li herêmê ku şer nekin. Temasa li wir bi vî rengî hate astengkirin, bi vî rengî pêşî li şer hate girtin."

Zozan Çewlik anî ziman ku ji ber bûyerê ew xemgîn in, ew xemgîn in ku li dijî qadên gerîla operasyon hatiye kirin, ji ber ku naxwazin dîrok dubare bibe.

Zozan Çewlik got: "Gelê me û raya giştî ji nêz ve zane ku PKK û hêzên gerîla ti carî xwe nedan ber şerê navxweyî, nebûn alîgirê vê yekê. Di vê demê de metirsiyeke mezin li ser gelê me, li ser Rêberê me heye. Lê belê dewleta Tirk a faşîst qirker dixwaze Kurdan parçe bike û qir bike. Ji bo dîrok xwe dubare neke, ji bo şerê navxweyî rû nede, Rêberê me, tevgera me, Navenda Parastina Gel bang kir. Ev dem ew dem e ku divê yekîtiya Kurdan pêk were. Li dijî dagirkerî û qirkeriyê dema pêkanîna yekîtiya Kurdan e. Gelê Kurd û raya giştî bi helwesta PKK'ê û gerîlayên Kurdistanê ya di vê mijarê de zane."

‘GERÎLA LI BER ÎMHAKIRINA GELÊ KURD RABÛYE’

Çewlik bal kişand ser rola hêzên ku dixwazin tevgera Gelê Kurd tine bike û got: “Li dijî Rêberê Gelê Kurd, gelê Kurd û tevgera azadiyê hinek hêzên komployan dikin. Ji bo îmhakirina Rêbertî û hêzên gerîla ya ku temsîla xeta berjewendiyên netewa Kurd û Kurdistanê dikin, dixwazin hinek aliyên Kurd jî bidin gel xwe. Gerîla li ser vî bingehî pêk hat.

Berî ku ev bûyer rû bidin di serî de Fermandariya Navenda Parastina Gel bang li hikûmeta herêmê, Birêz Mesût Barzanî û PDK’ê kir. Ji bo di planan parçekirin û qirkirina gelê Kurd de cih negire bang kiribû. Heta niha ne hikûmeta Herêmê û ne jî PDK’ê li hemberî dagirkirina gelek deverên Başûrê Kurdistanê, Heftanîn û dîsa êrîşên herêmê ti hewlestek raber nekiriye. Berovajî di konsepta îmhayê de cih girtiye.”

‘ŞERÊ KURD BI KURD NE DI BERJEWENDIYA GELÊ KURD DE YE’

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Zozan Çewlik anî ziman ku ne tevgera PKK’ê û ne jî gerîlayên azadiya Kurdistanê ne ti demê li gel şerê Kurd bi Kurdan ne bûye û ev nirxandin kir: “Ti şerekî navxweyî ne bûye di berjewendiyên me de. Di vê mijarê de bang hatin kirin, name hatin şandin. Herî dawî Fermandariya Navenda Parastina Gel ji bo rewş negihêje vê nûqteyê daxuyanî da. 4’ê Mijdarê eger ku di bûyera qewimî de şer pêk nehatiye ev jî ji ber nêzîkatiye me bû. Divê raya giştî vê yekê bizane. Ji bo şer neqewime mudaxeleya pêwîst hetiye kirin. Divê êdî hikûmeta herêmê nebe parçeyek ji plana dewelta Tirk a îmhakirinê, dev ji vê berde. Hinek bûyerên di asta provakasyonê de qewimîn û daxuyaniyên ‘PKK’ê êrîş kir’ hatin dayîn. PKK’ê ti êrîş nebiriye ser kesê, êrîş ne biriye ser pêşmergeyan. Li gorî hinek agahiyên me girtin, li hinek aliyan ketine nava hewldanên provakatîv.

Di serî de dewleta Tirk gelek hêz vê dixwazin. Ji bo hêzên gerîla û pêşmerge negihêje vê nûqteyê Fermandariya Navenda Parastina Gel gelek carî bi xwînsarî û berpirsyar ketiye nava hewldanê, hewldanên provakatîf dîtin û bang kir, helwest nîşan daye. Ji bo gerîla û pêşmerge bînin beramberî hev li Zînê Wertê, Xakûrkê, Şêladizê, Amêdiyê ketin nava hinek hewldanan. Eger ku di van bûyeran tevan de heta niha şer neqewimîbe ev ne bi saya PDK’ê û hikûmetê ye, berovajî ya dike dike dikeve xizmeta hêzên derve.

‘EGER KU ŞER NEQEWIMIYE EV BI SAYA NAVENDA PARASTINA GEL BÛYE’

Zozan Çewlik bal kişand ser şerekî ku heta niha rû nedabe bi saya tevgera wan bûye û wiha pêde çû: “Ti berjewendiyeke me ji şerê Kurd bi Kurdan nîne. Di serî de gelê me yê Başûr û gelê me rastiya gerîla baş dizane. Em ne alîgirê şerê navxweyî ne, berovajî dijî wê ne. Eger ku heta niha şer neqewimiye ev bi saya partî, gerîla û fermanên Navenda Parastina Gel e.

Hikûmeta Herêmê dixwaze vê rewşê sor bike, sedemê vê jî PKK’ê nîşan dide. Divê gelê me vê yekê baş bibîne; ev yek ne di berjewendiyên gelê me partî û ne jî gelek rêxistinane. Ti berjewendiyek me ji şerê Kurd bi Kurd nîne. Em li dijî vê ne. Divê ev yek baş bê zanîn. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî Mexmûr kir, eger gerîla mudaxele nekiriba, wê DAÎŞ heta Dihok û Barzan biçûba. Gelê Başûr vê rastiyê dizane. Dibêjin ‘PKK’ê êrîş kir’ li cihê bûyer qewimî nuqteyên gerîla heye, gelê Çemankê jî vê dizane. Divê gelê Başûr neyên lîstikan bi lîstikan nexapin. Divê di serî de pêşmerge, gelê Başûrê Kurdistan û hemû gelê Kurd divê bizane ya hatî kirin, êrîşa li hember gerîla û operasyon bû. Weke me gotî eger ku şer neqewimî ye ev bi saya helwest û nêzîkatiya Navenda Parastina Gel pêk nehatiye.

‘EM NE HÊZA PARASTINÊ YA PARÇEYEKÊ TENÊ NE’

Divê gelê Kurd bi taybet gelê Başûr vê yekê bizane; en ne hêzekî tenê ya parastina parçeyekê ne. Em ji bo gelê xwe û berjewendiyê welatê xwe têdikoşin. Em ê li ber her êrîşên ku li ser nirx û welatê me rabin. Ji niha û şûnde jî ne li dijî pêşmerge û ne jî li dijî hêzekî din a Başûrê Kurdistanê ti planekî me ya êrîşê tine.

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Zozan Çewlik bal kişand ser îdîayên ku tê gotin ‘Planên PKK’ê li dijî PDK’ê û hikûmeta Başûr heye’ derewand û wiha domand: “Ti planeke me tine ku em ne PDK’ê û ne jî hêzeke din a Başûrê Kurdistanê bikin hedef. Di wê hêvî û baweriyê de ne ku ji bûyerên ku li Behdînan û hinek herêmên din ên bi heman rengî qewimîn hikûmeta başûr hinek ders jê bigirin. Em xwe weke parêzvanên vî gelî dibînin. Divê ev yek ji aliyê her kesê ve wiha bê zanîn. Em naxwazin şerê navxweyî rû bide. Lê niha PDK ji bo li dijî PKK’ê operasyonan bikin, hêzên taybet bikar tîne. Divê her kes vê yekê bizane ku; hêzên taybet ên PDK’ê li qadên me ne, nêzî herêmên me bibin em ê bêdeng nemînin, bersiv bidin. Ti planeke me ya êrîşê tine, ne di berjewendiyên me de ye, em rast jî nabînin.

‘JI ÊRÎŞÊN LI SER QADÊN GERÎLA MESÛD BARZANÎ BERPIRS E’

Ji niha û şûnde ji her operasonên li ser qadên me yên gerîla Mesûd Barzanî berpirse e. Ji şerekî di navbera gerîla û pêşmerge, PDK’ê û PKK’ê de rû bide PKK ne berpirs e, rêveberiya me ji vê ne berpirs e. Ji ber ku ne di berjewendiyên me de ye û gelê me vê dizane. Ji niha û şûnde li kîjan herêmê dibe bila bibe, di serî de li Garê li hemû qadan eger ku operasyonek li ser qadên me pêk were, gerîla wê xwe biparêze û bersiv bide. Li bendê ne ku hikûmeta herêmê helwesta xwe rast bike, dev ji helwestên provakatîf berde. Weke me gotî, ji niha û şûnde ji her bûyerek rû bide hikûmeta herêmê berpirs e. Divê di çarçoveya bangên tevgera me kirî de hêvî dikin ku bi awayekî baş helwesta xwe li ber çavan re derbas dike. Em hêzên parastina Kurdistanê li kîjan parçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, ji bo berjewendiyên gelê xwe bê şik û guman em ê gelê xwe û xwe biparêzin.”