Çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûkê êrîşî nuqteya polîsan kirin

Çeteyên DAÎŞ'ê li navçeya Daqoqê ya Kerkûkê êrîşî nuqteya polîsên federal ên Iraqê kirin. Di encama êrîşê de 2 polîs mirin 2 polîs jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê doh bi şev li gundê Elî Seraî Kakeyî yê navçeya Daqoqê ya Kerkûkê êrîşî nuqteya kontrolê ya polîsên federal ên Iraqê kirin.

Di encama êrîşê de polîs Casim Mihemed Cûma û Elî Ekber Elî Xaliq mirin, Hemîm Nasir û Yair Mihemed Îbrahîm jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya DYE'yê Pentagonê beriya niha bi raporekê ragihandibû ku çeteyên DAÎŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê hîn di wê astê de ne ku dikarin êrîşê bikin.