'Çarenûsa şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ye'

Rêveberê MLKP Rojava baran Serhad destnîşan kir, ku çarenûsa şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ye.

Baran Serhad di salvegera darvekirina Denîzan de, êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê, têkiliya navbera şoreşa Rojava û şoreşa Tirkiyeyê ji ajansa me re nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Serhad, di şexsê nemirên meha Gulanê Denîz, Yûsûf, Huseyîn, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Çaran, Mehmet Karasûngûr, Sînan Cemgîl û hevrêyên wan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û dilsozî bibîr anî û destnîşan kir, ku di demên zor û zehmet de ew mîna stêrkekê rêya wan ronî dikin.

ÇARENÛSA ŞOREŞGERÊN KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ BI HEV VE GIRÊDAYÎ YE

Serhad destnîşan kir, ku jiyanê nîşanî wan daye; çarenûsa şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ye û got, "Ji ber vê yekê Hakî Kareran, ya jî Kemal Pîran xwe di nava tevgera azadiyê ya Kurd de afirandin. Gotina 'Em şopdarên Mahîran, Denîzan in' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan, dikare bi vî rengî were fêhmkirin."

Serhad diyar kir, di salvegera 45. a darvekirinê de, li dijî xeta wekhevî û biratiyê ya Denîzan, îro xeteke kujer, tekparêz, mêtînger a faşîst heye, ku Tayyîp Erdogan serkêjiyê jê re dike.

Baran Serhad anî ziman, gelê Tirkiyeyê ji bo xwedî li rûmeta xwe derkeve, neçar e şoreşgerên li ser bingeha wekhevî û biratiya gelan disekinin, hilbijêre û ragihand, di rewşeke berevajî de  ev xeta mêtînger a qirker wê şerekî navxweyî yê qirkirina derxîne pêşiya gelan.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ROJAVA Û ŞENGALÊ HEWLDANÊN DAWÎ YÊN DEWLETA TIRK IN

Di dewama axaftina xwe de rêveberê MLKP Rojava Baran Serhad bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û Qereçoxê û bibîr xist, ev êrîş di salvegera Qirkirina Ermenî-Suryanî ya sala 1915'an de hate kirin.

Serhad anî ziman, dema pêkanîna vê êrîşê bi zanebûn hatiye hilbijartin û destnîşan kir, ku rêveberiya AKP'ê ya heyî nîşan da, ku ew li dijî jiminê gelên azad û berxwedêr e û xwedî li mîrateya bi xwîn a qirkeran derdikeve."

Serhad diyar kir, Rojava îro cih û warê Kurdên azad, gelên azad dibin e û ji ber vê yekê bi êrîşkariyeke harbûyî êrîş lê hate kirin. Serhad destnîşan kir, ku heman rewş ji bo Şengalê jî derbas dibe.

Serhad wiha dewam kir: "Qereçox yek ji cihên sembol ên Rojava ya azad e. Biryargeha fermî ya YPG'ê û biryargeha YPJ'ê lê ne. Yanî temsîliyeta artêşa jinê ya azad lê ye. Hebûn û vîna çekdar a Kurdan li Qereçoxê bûye sembol. Wekî din, dengê Rojava ya azad, radyoyên me li wir in. Mêtîngeriyê bi bombekirina çiyaye azad ê Kurdan re nîşan da ku hem dijminê van hemûyan e, hem jî dixwaze xeta ku Rojava, Bakurê Sûriyeyê azad dike û bêhnê tîne ber Rojhilata Navîn a nû, sabote bike."

Serhad bibîr xist, ji şerê Kobanê û vir ve çeteyên DAIŞ'ê ber bi tinebûnê ve diçe û bibîr xist, ku li Hesekê, Hol, Tişrîn, Minbicê çete ji holê hatin rakirin û roj bi roj Rojava hate rizgarkirin.

Serhad anî ziman, şoreşeke li cihekî teng asê ma ye û dor bi dijminan lê hatiye girtin, şensê xwe yê jiyanê kêm û di vê çarçoveyê de işaret bi rizgarkirina Tebqa û Reqayê kir.

PÊWÎSTIYA GELAN BI SÛRIYEYEKE JI DAIŞÊ HATIYE PAQIJKIRIN HEYE

Serhad destnîşan kir, Sûriyeyeke ji DAIŞ'ê hatiye azadkirin, hem ji bo gelên ew bi hev re dijîn, hem jî ji bo hevgirtina di siberojê de mecbûriyeteke û got, "Ji ber vê yekê, ev pêngava ku hêzên me yên YPG/YPJ'ê pêşengiyê jê re dikin, wê ji bo Sûriye, Rojhilata Navîn û herêmê derfetên nû bafirîne. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a faşîst dixwaze pêngava me sabote bike û hewl da ji pişt ve li hêzên me bixe.

Tevî vê yekê pêngav dewam dike û gav bi gav dor li Reqayê tê girtin. Tebqa ji bo DAIŞ'ê bi qasî Reqayê girîng e.

Wextekê endamên DAIŞ'ê ji bo Tebqayê digotin, 'Kî Tebqayê bi dest bixe, em ê Reqayê bi destê xwe bidin wan' û bi vî rengî gotinên bi îdîa digotin. Ji bo wê rojê kêm ma ye. Bajar hema hema temam e, Li cihekî navbera bajar û bendavê de komeke biçûk ma ye, ew jî dor lê hatiye girtin. Ji bo ewlekariyê bendavê, em neçar in hêdî hêdî bi pêş ve biçin. Dawî li yên li wir jî hatine. Piştre wê dor li Reqayê bê girtin û ji bo Bakurê Sûriyeyê serdemek bê girtin."

Serhad destnîşan kir, ku tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a faşîst û komên çete jî, şoreşa Rojava heta niha bi ser ket û wê ji niha û pê ve jî her serketî be.

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ SAZIYÊN ÇAPEMENIYÊ

Rêveberê MLKP Rojava Baran Serhad bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser çapemeniya azad û got, "Ji dengê çapemeniya azad, dengê rastiyê gelekî ditirsin. Televîzyon û radyoyên ku nikarin dest li wan werdin, bi rêya saziyên weke Eutelsatê bi dayîna bi mîlyonan dolar/euroyî hewl didin dest lê werdin. Êrîşa ji bo girtinê ya li dijî televîzyonên me Ronahî, Stêrk û News Channel, ji bombekirina radyoyên me serbixwe nîne. Ji ber ku nikarin balafiran bişînin wê derê, li şûna bombeyan, bi kîsên bi pereyan tijî û bi hincetên bêbingeh hewl didin televîzyonên me bigirin."

Serhad anî ziman, çapemeniya Kurd pêşengiyê ji kevneşopiya çapemeniya azad re dike û tevî hemû zext û komkujiyan jî dengê rastiyê ye.

Serhad ragihand, nabe ku girtina televîzyonan bê qebûlkirin û got, "Divê bê gotin, 'Hûn nikarin bigirin, hûn nikarin dengê rastiyê bibirin û bi vî rengî ev hewldan bê têkbirin."

EM PARÇEYEKÎ JI VÊ ŞOREŞÊ NE; EM PIŞTEVAN NÎNIN

Li ser cihê xwe di nava Şoreşa Rojava de Baran Serhad destnîşan kir, ku partiya wan xwe weke parçeyek ji Şoreşa Rojava dibîne û got, "Ji ber ku em di heman demê de partiyeke Kurdistanî ne. Lewma em li ser bingeha 'piştevaniyê' nînin. Em di nava şoreşê de ne û me çeperên xwe bi vî rengî ava kirine. Şoreşa Rojava, ku em jî bi şehîd, birîndar, sazî û tabûrên xwe tê de cih digirin, ji bo herêma me û gelên me şens û hêviyeke mezin e. Ji ber vê yekê lazim e xwedî lê bê derketin û bê mezinkirin."