'Çapemeniya jinê bi têkoşîna azadiyê ya Kurd bi pêş ket'

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Selamî Aslan anî ziman, ku piştî kevneşopiya çapemeniya azad nas kir, wî gotina nûçegihaniya jinê bihîstiye û got, nûçegihaniya jinê bi têkoşîna azadiyê ya Kurd bi pêş ketiye.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Selamî Aslan, li ser bandora çapemeniya Kurd li çapemeniya giştî axivî û diyar kir, ku piştî li nava çapemeniya azad dest bi kar kir, wî çapemenî û nûçegihaniya jinê bihîstiye. Aslan got, "Dema ku çapemeniya jinê dihate gotin, weke xwendevan me demeke dirêj weke çapemeniya giştî didît. Haya me ji çapemeniya jinê tine bû. Beriya du salan, berî li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dest bi kar bikim, bi min re têgihiştina çapemeniya jinê tine bû, haya min jê nebû. Bawerim haya gelek mirovan jê tine bû. Me çapemeniya jinê, tenê weke nûçeya rûpela 3. a rojnameyên mezin ên xwedî tîrajeke bilind, didît. Ev jî, tê zanîn bê nûçeyên bi çi rengî ne... Jin bi giranî bi şîdeta mêr a lê dihate kirin, dihate nîşandan. Tenê nûçeyên şîdeta mêr, kuştina jinê û nûçeyên îstîsmarê dihatin weşandin. Li şûna ku nasname, reng û têkoşîna jinê were nîşandan, bi giranî encamên nêzîkatiyên neyînî yên mêr ên li jinê dikirin nûçe û diweşandin."

'AJANSÊN JINÊ BÛN REFERANS'

Aslan bal kişand ser pêvajoya dîrokî û kûr a têgîna çapemeniya jinê û destnîşan kir, ku ev yek, di çarçoveya paradîgmaya azadiya jinê de bi têkoşînê derketiye holê. Aslan got, "Ya rast, çapemeniya jinê di nava çapemeniyê de hê bi temamî xweser nebûye. Dema çapemeniya jinê tê gotin, em tenê beşa li nava paradîgmaya azadiya jinê ya têkoşîna azadiyê ya Kurd derxistiye holê dibînin. Ev rewşeke gelekî erênî ye. Bi rêya vê yekê em dikarin xwe bigihînin daneyên xurt ên têkildarî jinê. Mînak; dema ku dixwazin nûçeyek têkildarî jinê piştrast bikim, ez li ajansa jinê dinerim. Ev jî JINHA bû. Hate girtin, niha JINNEWS'ê xwe bi rêxistin kir. Nûçeyên têkildarî jinê bi çapemeniya xweî vê ferasetê ye, piştrast dikim. Lewma JINNEWS'ê ji xwe re weke referansê dibînim."

'BI TÊKOŞÎNA KURDAN DERKETE HOLÊ'

Aslan, pêşketina nûçegihaniya jinê li Tirkiye û gelemperiya cîhanê jî nirxand û anî ziman, ku asta heyî kêm e, asteke girîng tenê di civakîbûna têkoşîna azadiyê ya Kurd de afiriye. Aslan ev nirxandin kir: "Rêxistinbûneke ku çapemeniya jinê ya cîhanê bi pêş bixîne, xurt bike nîne. Bi qasî ku dibînim, çapemeniya jinê li erdnîgariyeke mîna Rojhilata Navîn, li cihên ku têkoşîna azadiyê ya Kurd lê bi bandor e, derkete holê. Destpêkê weke ajansa nûçeyan a jinê JINHA derkete holê û niha jî JINNEWS heye. Dema ku mirov li çapemeniya Tirk dinerin, di vî warî de gelek kêmasiyan dibînin. Endamên çapemeniyê yên jin hene, pêşkêşvanên jin, nûçegihanên jin hene, lê belê di warê nêrîna jinê de gelek kêmasî hene."

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê herî dawî got, "Tevî hemû girtin û hewldanên astengkirinê jî, hevalên me yên jin ên nûçegihand, bi enerjiyeke xurt dixebitin. Bi gelek ji wan re em li qadê xebitîn. Me li ser nûçeyan nîqaş kir, hewl dan nûçeyan bi hev re par ve bikin. Ji nûçegihanên jin gelek tiştan hîn bûm."