Çalakvanên grevê yên Mexmûr: Ji bo azadiyê topyekûn berxwedan

Çalakiya greva biçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 18’ê Kanûna 2020’ê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar destpê kiribû, bi koma 59, di roja 117’an de ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi pêşengtiya jinan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatibû destpêkirin bi biryardarî dom dike.

Di vê çarçoveyê de çalakiya ku her du rojan tê dewirkirin, îro koma çapemeniya azad a Mexmûrê dewir girt.

Çalakiya dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Di çalakiyê de serketin ji koma 59’an re xwest û diyar kir, ku dikevin meha Remezanê û hêvî kir ku ev meh bibe wesîleya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurd.

'GERÎLA Û GEL PLANÊN DIJMIN TARÛMAR KIRIN'

Piştre jî li ser navê Komê Firat Bozan axivî û bal kişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk û pêngava KCK/KJK'ê ya ‘Dem Dema Azadiyê ye’ ya li dijî van plan û qirkirinê hatiye ragihandin. Bozan got: “Di çarçoveya vê yekê de hem gerîla û he jî gel ketiye pêngaveke topyekûn a berxwedanê. Gerîla li Heftanîn û Garê dagiker tarûmar kirin. Li aliyê din gel jî di çalakiyên 8’ê Adarê û Newrozê de bi coş û girseyî daketin qadan hemû polîtîkayên dijmin valaderxistin. Li zindanan jî bi ruhê Mezlûman, Kemalan çok li şefê faşîst Erdogan şikandin.”

'JI BO AZADIYÊ TOPYEKÛN RABIN, TÊKOŞÎNÊ XURT BIKIN'

Bozan bang li gel kir ku ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin divê li hemû qadan bi girseyî û topyekûn dakeve qadan û hemû pîlan û polîtîkayên dagikeran têk bibin. Bozan got: "Heta em Rêberê xwe azad nekin, dev ji têkoşînê bernadin. Jiyînek bê Serok Apo em ê qebûl nekin."

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ bi dawî bû.