Çalakiya nobetê ya li Kerkûkê kete roja duyan

Çalakiya nobetê ya ji bo ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan rabe li Kerkûkê dest pê kirî bi tevlêbûna gelek derdorên siyasî û rêxistinên saziyên civakî di roja duyan de didome.

Çalakiya Nobetê ya ji bo ku balê bikişînin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kerkûkê li Baxçeyê Kale dest pê kirî berdewam dike. Çalakiya kondanînê ya ku bi pêşengiya Tevgera Azadî, Tevgera Jina Azad a Kurdistanê û Tevgera Ciwanên Welatparêz duh dest pê kirî, îro bi tevlêbûna gelek aliyên siyasî berdewam kir.

Kurd, Ereb, Tirkmenên ku li Kerkûkê dijîn tevlî çalakiyê bûn, îro jî nûnerên Tevgera Goran, Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê, Partiya Komunîst a Iraqê û Navenda Zerdeştiyên Kerkûkê kon ziyaret kirin.

Çalakiya nobetê îro heta saet 18.00’an wê berdewam bike û bi meşeke girseyî biqede.