Çalakiya li Deriyê Sêmalka mehek li pey xwe hişt

Çalakiya li Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de, di 5’ê Cotmehê de dest pê kiribû mehek li pey xwe hişt. Ev çalakî ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên HPG’ê hatibû lidarxistin.

Saziya Malbatên Şehîdan ji bo ku cenazeyên gerîlayên HPG’ê werbigirin yên ku PDK’ê li Xelîfanê ew di kemînê de qetil kiribûn, li Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de çalakiyek dabû destpêkirin.

Îro bû mehek ku ev çalakî didome. Dayikên Aştiyê di roja 7’an a çalakiyê de ji bo ku xwe bigihînin rêveberên Başûrê Kurdistanê, çûbûn ber sînorê Başûr lê tu bersiv ji dayikan re nehatibû. Dayik di roja 16’an de jî çûn ber sînor lê dîsa jî tu bersivek nestendin.

Di çalakiyê de her roj nobet tê girtin. Îro jî komîteya tendirustiyê ya herêma Cizîrê çû serdana konê çalakiyê. Hevserokê Desteya Tendirustiyê Mustefa Keleş daxuyanî xwend.

Dayikên Aştiyê û Saziya Malbatên Şehîdan diyar kirin, heta ku ew cenazeyê zarokên xwe yên şehîd werbigirin, wê çalakiya xwe bidomînin.