Çakas: Divê girtiyên nexweş bi rengekî hiqûqî û exlaqî bên berdan

Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Yûsûf Çakas der barê pirsgirêka girtiyên nexweş axivî û got, "Li şûna polîtîk divê bi rengê hiqûqî û exlaqî nêzî vê meseleyê bibin. Dema ku ev hate kirin wê pirsgirêk çareser bibe."

Rewşa girtiyên nexweş her giran dibe. Tevî ku bi salan e nexweşên giran in û saziya Tipa Edlî rapora 'nabe ku li girtîgehê bên hiştin' dane wan girtiyên nexweş nayên berdan. Roj bi roj nêzî mirinê dibin.

Herî dawî di 2'ê Tebaxê de girtiyê nexweş Tahîr Çetînkaya yê li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Sîncanê ku li Nexweşxaneya Bajarê Enqereyê dihate dermankirin serê sibehê jiyana xwe ji dest da. Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Yûsûf Çakas der barê rewşa girtiyên nexweş ên nayên berdan de axivî.

Parêzer Çakas diyar kir ku pirsgirêka bernedana girtiyên nexweş ji ber qanûna înfazê ye û bi bîr xist, li gorî qanûnê 'girtiyên bi nexweşiya giran an jî astengdar' divê bên berdan, lê belê bi gotina 'eger ewlekariya civakê nexin metirsiyê dikarin bên berdan' nayên berdan.

Parêzer Çakas anî ziman ku Serdozgeriya Komarê hêzên ewlekariyê erkdar kiriye ku tevî raporên Saziya Tipa Edlî jî lêkolîn bike ku kesê divê bê berdan ji bo civakê metirsiye yan na.

Çakas ragihand ku ji bo wan meseleya bingehîn jî ev qanûn e û anî ziman, girtiyên ku qala wan tên kirin jî ji ber ku girtiyên polîtîk in li gorî ti qanûnan guncaw nayên dîtin.

Çakas diyar kir, dema ku mijar berdana girtiyên siyasî be bi gotina 'ewlekariya civakê di metirsiyê de ye' nayên berdan û got, "Nêzîkatiya me ya di vê meseleyê de derxistina vê madeyê ji qanûna înfazê ye."

Çakas anî ziman ku divê gotina 'ewlekariya civakê' jî bê nîqaş kirin ku çi ye û got, "Gelo çi dikare ewlekariya civakê bixe rewşeke metirsîdar? Metirsiya şênber û giran çi ye? Mirovekî ku zêdeyî 90 ji sedî astengdar e wê çawa karibe ji bo civakê metirsîdar be. Ya rast dema ku mirov bala xwe bidin ser vê qanûnê wê were dîtin ku li dijî girtiyên siyasî tevdîr hatine wergirtin." Çakas destnîşan kir ku ew dixwazin ev yek bê sererastkirin.

Çakas diyar kir ku gelek girtiyên nexweş serî li baroya wan, TÎHV, ÎHD, Odeya Tabîban û OHD'ê dan û got, "Bêguman ji bo van serlêdanan hewldan tên kirin. Ji bo civakê ev mijar bûye birînek. Di dawiya dawî de her kes şexs e. Di nava civakê de xizmên xwe, hezkiriyên xwe hene. Ya rast divê mirov bi vî rengî nêzîk bibin. her çend saziyên fermî girtiyan weke dosyayekê bibînin jî girtî şexs in. Derdor û malbata wan hene. Dema ku mirov bi vî rengî nêzî mijarê bibin hingî pirsgirêk dikarin çareser bibin. Yanî li şûna nêrîna polîtîk eger mirov bi rengê hiqûqî û exlaqî li meseleyê binerin hingî dikare çareser bibe."