77 roj in agahî ji rojnamevanê ku PDK'ê ew girtiye, nayê standin

Aqûbeta rojnamevan Qehreman Şukrî hîn jî nayê zanîn ku beriya 77 rojan ji aliyê hêzên PDK'ê ve hate girtin.

Di 27'ê Çileya 2021'ê de hêzên çekdar li Komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê bi ser mala rojnamevan Qehreman Şukrî de girtin.

Çekdarên PDK’ê kel û pelên di nava malê de tevlîhev kirin, hemberî malbata rojnamevan axaftinên nexweş jî kirin. Çekdaran rojnamevan Qehreman Şukrî destgîr kir û birin cihek nediyar.

Îro 77 roj e ku bi ser destgîrkirina Qehreman Şukrî re derbas dibe, aqûbeta Şukrî nayê zanîn. Tevî malbat gelek caran çûn Asayîşa Şêladizê, lê ti agahiyek derbarê Qehreman de nehate parvekirin. 

Ne cihê destgîrkirina Qehreman tê zanîn, ne jî sedema destgîrkirinê.

Qehrman Şukrî heya niha sê caran hatiye destgîrkirin. Di sala 2020’an de piştî 98 roj di girtîgehê de ma, bi 10 milyon kefalet hatibû berdan.

Rojnamevan Qehreman Şukrî 23 salî ye, niştecihê Komelgeha Sîrê ya ser bi Şêladizê ye.