5 salên pêvajoya edaletê ya Komkujiya Roboskî
5 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hê berpirsyarekî bi tenê jî nehatiye dîtin û darizandin.
5 sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hê berpirsyarekî bi tenê jî nehatiye dîtin û darizandin.
Li gundên Roboskî û Bujeh ên navçeya Qilaban a Şirnexê, 34 kes ku 24 ji wan ji heman malbatê ne, bi bomberdûmana balafirên şer hatin kuştin. 5 sal di ser komkujiyê re derbas bû, lê hê berpirsyarekî bi tenê jî nehatiye dîtin. Di êvara 29'ê Gulana 2016'an de 2 ciwanên din ên ji Roboskî, ji ber ku bazirganiya li ser sînor dikirin, bi obusên ji qereqola li herêmê hatin avêtin, hatin kuştin.
Malbatan, cenazeyên xizmên xwe yên parçebûyî, bi defetên xwe li hev civandin, xistin nava betaniyeyan, li pişt traktor û hêstiran kirin û anîn gund.
Bûyer di 28'ê Kanûna 2011'an de qewimî û tevî ku 5 sal di ser re derbas bûne, hê doz nehatiye vekirin û berpirsyarek jî nehatiye dîtin.
Ev pêvajoya ku çû ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi çi rengî bi rê ve çû? Di nava pênc salan de çi qewimîn?
Balafirên şer ên artêşa Tirk, bombe li ser sînor ê gundê Roboskî barandin. Bûyer di êvara 23:00 de qewimî û sibeha roja din hat bihîstin.
Heta ku bomberdûman danê nîvro di malpera înternetê ya Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşê de hat erêkirin, medya Tirk bi ti awayî cih neda vê komkujiyê.
Azadiya agahîgirtinê ya civakê hate astengkirin û komkujî hate veşartin.
Daxuyaniya destpêkê ya Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan a ser bûyerê bi vî rengî bû: "Ji ber hesasiyeta Serokê Fermandariya Giştî û fermandaran a li ser vê mijarê, tevî medyayê jî spas dikim."
Heyeta mafên mirovan a di 30'ê Kanûnê de çû gund, ev daxuyanî da:
"Mirovên jiyana xwe ji dest dan, ji bo mazot û madeyên xwarinê, li ser sînor bazirganî dikirin. Ev karê li ser sînor, bi salan e ji aliyê qereqolê ve tê zanîn û bi agahiya qereqolê tê kirin."
Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.
Waliyê Şirnexê Vahdettîn Ozkan, ji bo Fermandarê Alaya Bujehê Albay Huseyîn Onûr Guney ji wezîfeyê bê girtin serî li Wezareta Karên Hundir da. Di 8'ê Çileya 2012'an de erka vî albayî hat sekinandin.
Di çarçoveya lêpirsînê de 17 leşkerên erkdar, bi hinceta "bazirganiya li ser sînor ji nedîtî ve hatine", ketin ber lêpirsîna têkildarî xemsariya wezîfeyê.
Li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê, Komîsyona Jêrîn a Qilabanê hate avakirin.
Serokê Komîsyona Jêrîn a Qilabanê ya Meclîsê Parlamenterê AKP'ê yê Ordûyê Îhsan Şener da xuyakirin, ku di bûyera bû sedema mirina 34 kesan de, dibe ku Fermandariya Giştî ferman dabe.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 12'ê Hezîrana 2013'an de biryar da û ragihand, ku dosya lêpirsînê ya li ser komkujiya Roboskî ne karê wan e. Û dosya ji Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Giştî re şand. Dozger di çarçoveya dosyayê de sal û nîvekê, tenê ji Rêxistina Îstîxbaratê ya Milî (MÎT), Serokatiya Fermandariya Giştî û hin saziyan re nivîs şand û belge xwest.
Serpel Dûran Îspîr ku li 2. Fermandariya Fîlo ya Balafirên Keşfê yên Bêmirov, roja bûyerê erkdar bû, da xuyakirin ku ji destpêkê ve dîmenên hatine kişandin nîşan dide ku mirovên li wir 'qaçaxçî' ne.
Îspîr di 27'ê Mijdara 2013'an de îfade da dozgeriya leşkerî û diyar kir, balafirên keşfê yên bêmirov ji nizm ve li ser wan mirovan ve difiriyan û tevî ku dengê balafirê xweş dibihîstin jî, wan rêya xwe neguherandine.
Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Giştî ku lêpirsîna komkujiya Roboskî dimeşand biryar da ku pêwîstî bi lêpirsînê nîne.
Daxuyaniya li ser vê biryarê bi vî rengî ye: "Personelê TSK, di çarçoveya biryarên TBMM û Desteya Wezîran de, bi erka xwe ya li gorî qanûnê rabûne, di dema bicihanîna vê erkê de kêmasiyeke ku pêşî lê bê girtin nepêkan e rû daye, lewma pêwîstî pê nîne ku li hemberî wan doza cemaweriyê bê vekirin."
Malbatên mexdûran îtiraz kirin, lê ev yek nehat qebûlkirin.
Malbatên Roboskî di 18'ê Tîrmeha 2014'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna li ser Komkujiya Roboskî û Serokê Fermandariya Giştî Necdet Ozel de biryar da ku pêwîstî bi lêpirsînê nîne.
Bi sedan parêzeran di 18'ê Tîrmeha 2014'an de serlêdana şexsî li Dadgeha Destûra Bingehîn kirin. Ev serlêdan hate rakirin.
Li ser vê yekê Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, tevî bi sedan belgeyan Dosya Roboskî bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Ferhat Encu bi destê xwe bi sedan belge û CD ên li ser dozê radestî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir. Ev pêvajo hê dewam dike.