46'mîn salvegera Raperîna Qeladizê bi merasîmekê hate bîranîn

Welatî û Malbatên Şehîdan bi boneya salvegera bombebarana Qeladizê banga yekîtiya neteweyî li gelê Kurd kirin û êrîşên dijminan şermezar kirin.

Sala 1974’an rejîma faşîst a BAAS şêniyên navçeya Qeladizê bombebaran kir ku di encamê de gelek şehîd û birîndar çêbûn. Piştre sala 1982’an dema gel bi merasîmekê dixwest wê karesatê bibîr bîne rejîma BAAS’ê careke din komkujî li ser şêniyên Qeladizê pêk anî.

Îro ango 24’ê meha Nîsanê welatî, malbatên şehîdan û aliyên eleqedar piştî 46 salan ku li ser vê karesatê derbas dibe, merasîmek a bîranîna şehîdan lidar xistin û li hemberî êrîşên dijminan banga yekîtiyê li gelê Kurd kirin.

Ebûbekir Omer ku welatiyekê Qeladizê ye û birayekî wî di wê karesatê de şehîd bûye, derbarê çawatiya wê karesatê û şehîdbûna birayê xwe ji ajansa me re axivî û got: "Em sê bira û sê xwîşk bûn. Ji me re dihate gotin ku wê balafir bê û biçin malên xwe. Birayê min di rê de bû û vedigeriya malê ku şehîd bû. Ji bo ku ruhê şehîdên me aram be, daxwaz dikin ku Kurd bibin yek. Ji ber ku eger em yek dest û dil bin em ê bikarin li beramberî dijminan rawestin."

Omer di berdewama axaftina xwe de daxwaz ji Wezareta Şehîdan kir ku çavên wan li ser malbatên şehîdan be. Ji ber ku niha zêdetir xizmetî malbatên berpirsan dikin û ji hejaran napirsin.

Serokê Şaredariya Qeladizê Aram Mihemed jî di merasîmê de amade bû û wî jî derbarê wê karesatê got, "Rewşa erdnîgariya ku Qeladizê heye û soza şêniyên herêmê ya ku bi tevgera azadîxwaziya gelê me heyî, berê jî ji şoreşê re rolê xwe yê landik hebûye. Lewre kir ku rejîma BAAS hizra vêrankirina wê herêmê bike. Sala 1974’an bajarê Qeladizê bi çekên qedexe hate bombebarankirin û piştî çend salan ku derbas bû dema welatiyan dixwest bi merasîmekê şehîdên wê karesatê bibîr bîne, dubare herêm hate bombebarankirin. Tevî zulm û zoriya li ser bajarê Qeladizê tu hêzekî nekarî vîna welatiyan bişkîne."

Li gorî hemû salê îsal merasîm bi girseyî  çênebû. Aram Mihemed metirsiya belavbûna vîrûsa Koronayê wek sedem nîşan da û got: "24’ê Nîsanê ya îsal rastî rênimayî û hişyariyên ku Wezareta Tendirûstiyê ji ber vîrûsa Koronayê daniye hat, ji ber wê ji bo tendirûstiya welatiyan tu kombûn û semînarek nehate pêşkêşkirin."