3 şaredariyên din ên DBP’î hatin xespkirin
Hikûmeta AKP’ê bi qeyûman şaredariyên Xîzan, Motkî û Yolalan ên Bedlîsê desteser kirin.
Hikûmeta AKP’ê bi qeyûman şaredariyên Xîzan, Motkî û Yolalan ên Bedlîsê desteser kirin.
Piştî hevşaredarên Xîzan, Motkî û Yolalan ên DBP’î hatin girtin, şûna wan bi qeyûman hat dagirkirin. Ji bo şaredariyên Xîzan û Yolalanê Qeymeqamê Xîzanê Bulent Hamîtoglû, ji Şaredariya Motkiyê re jî Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Kiliç wek qeyûm hatin tayînkirin.
Hevşaredarê Xîzanê Îhsan Ûgûr, Hevşaredarê Motkiyê Ozcan Bîrlîk û Hevşaredarê Bajarokê Yolalanê Felemez Aydin, bi operasyonên qirkirina siyasî ve 14’ê Kanûnê hatibûn binçavkirin.
Her 3 hevserok jî 20’ê Kanûnê bi îdîayên “endamên rêxistinê ne” û “alîkarî dane rêxistinê” hatibûn girtin.