2 hezar û 240 koçberên din gihiştin Efrînê

Di nava du rojên dawî yên li herêma Şehbayê 2.240 koçber ji ber siyaseta dewleta Tirk û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji neçarî malên xwe terikandin, xwe gihandin Kantona Efrînê.

Welatiyên herêma Şehbayê ji ber siyaset û kiryarên Artêşa Tirk û çeteyên wê malên xwe terik dikin û koçber dibin. Di heman demê de ji ber êrîşên komên çeteyên DAIŞʹê jî welatiyên drverên din ên Sûriyê koçber dibin. Her roj bi hezaran koçber xwe digihînin Kantona Efrînê.

Di nava 2 rojên derbasbûyî de 2 hezar û 240 welatiyên ku malên xwe terik kirine gihiştin Efrînê. Koçberan diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li herêmên Şehbayê malên welatiyên resen ên herêmê vala dikin û malbatên çeteyan û welatiyên Tirkmen ên girêdayî wan di malan de bi cih dikin.

Di navbera 2 rojan de , 2 hezar û 240 koçberên ji herêmên bajarên Ezaz, Bab, Soran , Mari û Dêr Hafir ên herêmên Şehbayê û hejmarek koçber ji bajarên Reqqa, Dêr zor, Bokemel û Tedmûr in.

Koçber ji deriyê rojhilat yê gundê Qetmê ya navçeya Şiyê derbasî kantonê bûn.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker beriya demekê li Kampa Rûbar ku 5 hezar koçberan têde ne, bombebaran kir. Di encamê de hin welatiyên koçber birndar bûn.