11 meh cezayê girtîgehê li Ziya Pîr ê HDP'yî hate birîn

Parlamenterê Amedê yê HDP'yî Ziya Pîr, ji bo dozgerê ku biryar dabû ku polîs biavêje ser avahiyên DÎHA, Azadiya Welat û Kurdî-Derê gotibû 'xwe dike qeşmer'. Ji ber vê gotinê 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Bi biryara dozger, polîsan avêtibûn ser avahiyên DÎHA, Azadiya Welat û Kurdî-Derê û 32 kes hatibûn binçavkirin. Bi armanca şermezarkirina van binçavkirinan, li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hatibû dayin û bi hinceta ku 'heqaret li dozgerê biryara binçavkirinê daye hatiye kirin' doz li vê daxuyaniyê hate vekirin.

Rûniştina vê dozê li 7. Dadgeha Ceza ya Asliye pêk hat û bi îdîaya ku "Heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" hat xwestin ku Parlamenterê HDP'yî ji salek heta du salan bê cezakirin. Pîr tevlî rûniştinê nebû.

Parêzera Pîr, Rehyan Yalçindag Baydemîr di rûniştina dozê de bi bîr xist ku mafê destnedana parlamenteriyê ya muwekîlê wê heye û got, doza li parlamenterên HDP'yî tê vekirin hiqûqî nînin, siyasî ne.

Dadgeha Tirk biryara xwe ya li ser vê dozê eşkere kir û 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê da Pîr. Ceza ji bo 5 salan hate taloqkirin. Biryar hate dayin; eger heta 5 salan sûcê bi heman rengî bi zanebûn neyê kirin, wê hukmê mehkûmiyeta vê dozê betal bibe.