Zîlan li Şengalê hat bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) di 21'min salvegera çalakiya xwe de, li Şengalê ji aliyê gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ve bi merasîmekî leşkerî hat bibîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) di 21'min salvegera çalakiya xwe de, li Şengalê ji aliyê gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ve bi merasîmekî leşkerî hat bibîranîn.
Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30'ê Hezîrana 1996'an de bi çalakiya xwe ya fedayî bû yek ji sembola Tevgera Azadiya Kurdistanê, li Şengalê bi merasîmekî leşkerî ve hate bibîranîn. Merasîma leşkerî ku li Çiyayê Şengalê ji aliyê gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ve hatî lidarxistin, Fermandara YJA STAR a Şengalê Zinarîn Eser û Fermandarên HPG'ê Çiya Întikam û Birîndar Van tevlî bûn.
Merasîm bi deqeyekî rêzgirtinê destpê kir û yek ji fermandara YJA STAR'ê ya Şengalê Zinarîn Eser axivî û wiha got: "Çawe ku Zîlan li derdora Rêbertiya me bu xelekek ji agir, em ji li dijî tecrîda ku li ser Rêbertiya me pêktê, em ê li ser rêya Zîlan berdewam bikin û bibin bersiv."
Eser diyarkir ku Kinaci ji bo wan bûye xetek û wiha domand: "Îro 21. salvegera şehadeta rêveha Zîlan e. Heval Zîlan ji bo jiyanekî nû bedena xwe hemû parçe kir. Ji bo mirovahiyeke bi rûmet bê jiyankirin û azadiya gelan bê bidestxistin heval Zîlan bû sembolek."
Eser diyarkir ku milîtanên Apoci li pey rêya Zîlan dimeşin û wiha got: "Kinaci nasnameya di azadiyê de bi israr, weke jinekî asî ya Kurd, di azadiya gelan de ji bi israr, bû nasnameya xwedîderketina pêşeroja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan."
Eser destnîşan kir ku Kinaci ji bo wan bûye hêviya azadî û manîfestoya jiyanê ye û got: "Em ji wek milîtanên Apocî em ê bibin xwendevanên Heval Zîlan û li ser heqîqeta rêya Zîlan bimeşîn û pêşve biçin. Heval Zîlan navê xwedîderketina li Rêbertiya me ye, li dijî êrîşan li dora Rêbertiya me bû xeleqek ji agir. Em ji wek şopdar û rêvehalên Zîlan em ê bersivê bidin tecrîdê.
Ji bo me jiyanekî bê Rêbertî jiyanek heram e. Em îro dîsa soza xwe ya girêdanbûna bi Rêbertî û Heval Zîlan re dûbare dikin û em ê li ser rêya Heval Zîlan bimeşin."
Merasîm bi dirûşmeyên 'Bê Serok Jiyan Nabe' , 'Bican Bixwîn Em Bitere Ne Ey Serok' bi dawî bû.
Piştî merasîmê nameya Zeynep Kinacî ya ji bo RêberêGelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibû, ji aliyê gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ve hate xwendin.