Zeynep Kinaci li Stockholmê hate bibîranîn

Zeynep Kinacî ya ku bi çalakiya li Dersimê bûyî efsanewî, li Stockholmê hate bîbîranîn.

Zeynep Kinacî ya ku di sala 1996'an li Dersimê bi çalakiya xwe ya fedayî ya li dijî hêzên dewleta Tirk lidar xistî û şehîd bibû, bi aktivîteyekê li paytexta Swedê Stockholmê hate bibîranîn.

Aktivîteya ku ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinên Kurd a Amarayê ve hatî organîzekirin, ji bo Kinacî û şehîdên şoreşê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir.

Nûnerên rêxistina civaka sivîl, piştî xwendina nameya Hevserokê Meclîsa Gel a Cizirê Mehmet Tunc ku di berxwedana rêveberiyên xweser de ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandibû hat xwendin, axaftin kirin. Di axaftinan de behsa giringiya Kinaci û şehîdên şoreşê ya ji bo Tevgera Azadiya Kurd hat kirin.

'HEVALÊN WÊ ŞOPDARÊN ÇALAKIYA WÊ NE’

Sînevîzyona ku şêweyê jiyan û tekoşîna Kinacî, Nalîn Mûş û Helîn Mûrd ên ku di demên dawî de şehîd bibûn dida nîşandan, hat temaşekirin. Nûwelat Elih axaftinek li ser çalakiya ku giringiyekî mezin dayî Tekoşîna Azadiyê ya Kinaci kir.

Elih wiha got: "Hevalên Zîlanê îro li her aliyên Kurdistanê tekoşînê xurtir dikin û şêweyê çalakiya ku li pey xwe hiştî didomînin."

Aktivîte bi dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' ve bi dawî bû.